Kovara Jinê ya Yenî Demokrat ji bo 25'ê Mijdarê hat amadekirin 2021-11-21 09:03:04     Nişmiye Guler   STENBOL - 11'emîn hejmara Kovara Jinê ya Yenî Demokrat ji bo 25'ê Mijdarê hat amadekirin. Elif Kaya derbarê kovara xwe de agahî da û got ew ê bi dirûşma 'Li dijî qetilkirin û windakirinê em ji bo xwe di nava raperînê de ne' li qadan bin.    11'emîn hejmara Kovara Jinê ya Yenî Demokrat bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê hat amadekirin. Di hejmara nû de gotina "Em ji bo hevdu di nava raperînê de ne" bû manşet. Ji buroyên îrtibatê yên Weşanxaneya Nisanê û ji pirtûkxaneyên li navendê Kovara Jinê ya Yenî Demokrat dikare bê pêdekirin.    Em bi Elif Kaya re li ser kovara wan axivîn.    Hejmara yekem a kovarê di 2014'an de derket   Elifê da zanîn ku di 2008'an de fikra derxistina kovarê hatiye parvekirin û wiha got:"Me kovara xwe ya ewil bi dirûşma "Qadeke ji mêrtiyê dûr, nêzî me" derxistine. Em nivîskariya jinê û weşangeriya jinê girîng dibînin. Em weşangeriya jinê perçeyekî li dijî zihniyeta mêr a keda jinê paşguh dike, dibînin."    'Me tecrubeyên jinan jî di kovarê de bi cih kirin'   Elifê da zanîn ku di dema pandemiyê de wan pirtûka "Pandemiyê ji min pirs bike" weşandine û wiha got:"Em mijarên li ser têkoşîna jinê di vê pirtûkê de bi cih kir. Her wiha me tecrubeyên jinan jî di kovarê de bi cih kirin. Ji ber pandemiyê di warê derxistina hejmara 11'emîn a kovara me de em dereng man. Me gelek atolye li dar xistin û nîqaşên me di van atolyeyan de me kirin me di kovarê de jî bi cih kirin. Her wiha me li ser mijarên Peymana Stenbolê, têkoşîna jinên li Efganîstanê, têkoşîna LGBTÎ+'yan, destdirêjî, tecawiza li qadan nivîsand. Weşandina kovarê ya ber bi 25'ê Mijdarê jî ji bo girîng e. Li ser bingeha 25'ê Mijdarê li ser tundî, piştevaniya jinê û gelek mijarên din hûn dikarin tê de bibînin."   Xebatên YDK'ê mehek berê dest pê kir   Elifê da zanîn ku Kovara Jinê ya Yenî Demokrat xebatên ji bo 25'ê Mijdarê ji mehek berê daye destpêkirin û wiha bi dawî kir:"Em ê bi dirûşma 'Li dijî qetilkirin û windakirinê em ji bo xwe di nava raperînê de ne' li qadan bin. Em ê tundiyê û têkoşîna jinê ya li dijî vêya pêş dikeve bi alavên dîtbar li qadan bînin ziman. Em ê bi banga Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê li Qada Tunelê ya Taksimê bin."