Jinên DÎSK’î wê 25’ê Mijdarê de li ser dikê bin 2021-11-17 09:06:29     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji aliyê Komîsyona Jinan a Şaxa Hejmar 2 a DÎSK’ê ve di lîstina şanoyê ya ji bo 25’ê Mijdarê hatiye amadekirin de jinên sendîkayî wê cih bigirin û bi vê lîstika ku hedef dikin jinê xurt nîşan bidin, wê balê bikişînin ser aliyê şîdeta li ser jinê.   Ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberê Jinê ya Navneteteweyî re demek kurt ma û jin li dijî şîdeta mêr dadikevin qadan. Jin bi bernameyên cuda balê dikişînin ser şîdeta li ser jinan. Endamên Komîsyona Jinan  a Şaxa Hejmar 2 a Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Şoreşger (DÎSK) bi lîstikekê wê balê bikişînin ser şîdeta li ser jinan. Lîstik wê li Şanoya Ciwanan a Fuara Îzmîrê bê dîtin û panelek jî wê pêk bê. Jinên sendîkayê der barê lîstina şanoyê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Me xebatên xwe lez kirin’   Endama komîsyonê Zeynep Zariçlar da zanîn ku piştî avakirina komîsyonên jinan şûnde pandemiyê dest pê kiriye û ji ber vê panel û komxebat pêk neanîne û wiha dirêjî dayê: “Di vê pêvajoyê de em fêr bûn ku bi pandemiyê re çawa bijîn. Piştre me lez da xebatan. Di pandemiyê de barê jinan giran bû. Me hewl da em pêşî li vê bigirin. Em ê gazî hemû hevalên xwe yên karker bikin. Di peymana komî de me xwest ji bo tevlîbûna çalakiya 25’ê mijdarê  xal cih bigire. Em ê wê rojê cara ewil mafê xwe bikar bînin.”   Her kes wekhev e   Derhêner Evîn Dogan Kor ku 22 sal in lîstikvane û sendîkayî ye jî bi lêv kir bu bi daxwaza hevalên komîsyonê tevlî bûye û ev tişt daxuyand: “Em ê piranî li aliyê jinan yên kêfxweş dikene û dide kenandin binêrin. Di mehekê de em hefteyê du caran hatin gel hev. Em roj bi roj bi antremanên hîn rehetir didomînin. Roja lîstikê jî dilê me de çawa derbas be em ê wê derxin holê. Em li ser metnekê naxebitin, serlîstikan tune, her kes wekhev e.”   Tiştên tên jiyîn wê bi lîstikan bê vegotin’   Evînê her wiha destnîşan kir ku di lîstika ku tê plankirin bi çar cureyî bê lîstin de wê bi aktîfî tevlîbûn pêk bê û wiha dirêjî dayê: “Em ji temaşevanan gotinekê digirin û hevala me jî ji jiyana xwe bi hevoka digire beramberê wê çibe lîstikekê ava dike. Yanî çi bi me bide bibîrxistin ew tê. Yanî temaşevan dibe sedema avakirina lîstikê. Her turek aksiyona wê ya cuda heye. Lê di her turê de teqez temaşevan heye.”   Lîstik wê tevlihev be   Evînê diyar kir ku bi giranî jin tên payîn lê mêr jî dikarin bên temaşe bikin û bi daxwazên temaşevanan wê ez lîstikê ava dikim  û got: “Lîstikvan wê bi hêza xeyala xwe lîstikê ava bikin. Lîstik wê tevli hev bin. Bi daxwaza lîstikvanan armanca me ev e ku ev şano bidome. Li cihên cuda û derve jî dikare pêk bê. Ji bo 8’ê Adarê hîna ne diyare em kîjanê bikin. Em difikirin ku metna klasîk bixebitin.”   ‘Şanoyê deriyekî cuda vekir’   Peywirdara ewlehiya Metro AŞ û nûnera kargeriyê Sevgî Bîlîr jî ev nirxandin kir: “9 mehe endama sendîka û komîsyonê me. Ez wek temaşevan nediçûm şanoyê lê lîstikvaniyê eleqeya min zêde kir. Em her roj tiştekî nû fêr dibin. Ez naçim şanoyê jî.  Ez gelek kêfxweşim. Şanoyê deriyekî cuda vekir.”   ‘Em hewl didin jina xurt nîşan bidin’   Endam Sendîkaya DÎSK Genel-Îş  Ebru Îlgen ya 12 sale li şaredariya bajarê mezin a Îzmîrê dixebite jî nêrînên xwe anî ziman û bi lêv kir ku bi lîstika tevlî bûye gelek aliyên xwe kîfş kiriye û wiha domand “Mirov jiyana xwe digirin û dikevin lîstikê. Ji têkiliya jin mêr heta şîdetê bi her alî tevlî dibin. Em hewl didin ji aliyên dramtîk dûr bikevin. Lê ew alî jî hene. Em dixwazin aliyên xurt yên jinê nîşan bidin.”   Kedkara buroyê ya li Midûriyeta Şaxa Kulturpark Turkan Yildir jî der barê şanoyê de destnîşan kir ku bi şanoyê re bixwebawerbûn qezenc kirine û wiha dawî lê anî: “Tevî demek kurt em xebitîn, em gelek pêş ketin. Me hev nas nedikir. Lê em zû hatin gel hev. Jin gelek tên binpêkirin. Divê êdê jin zincîran bişkînin. Divê bi bernameyan xwe vebikin. Tiştê ku em nekin tune. Ev tenê pêngaveke.”