NÇM'ê li Nisêbînê ji bo zarokan şahiyek li dar xist 2021-11-15 16:28:00   MÊRDÎN -  Navenda Çanda Mezopotamyayê, ji bo zarokên li Nisêbînê şahiyek organîze kir. Bi sedan zarok tevlî şahiyê bûn.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozeriya Komarê ya Mêrdînê ve hat destpêkirin de li taxa Firatê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê duh polisan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de polisan 4 zarokên temenê wan di navbera 13-17 salan jî di nav de gelek kesan binçav kirin. Ji bo zarokên taxê jî Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) şahiyek li dar xist.    Li navçeya Nisêbîne bi ser 12 malan de hatiye girtin û hin kesên ku hatine binçavkirin navê wan wiha ne: M.A. (16), F.A. (17), A.A. (15), H.E. (13) û H.E. (19). He wiha zarokê 17 salî F.A. ku hatiye binçavkirin beriya 10 rojan qezaya trafîqê derbas kiriye û piştî ku hatiye emeliyatkirin li malê tedawiya hatiye berdewamkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Mêrdînê.   NÇM, jî bi vê wesîleyê ji bo zarokên Nisêbînê şahiyek organîze kir. Bi sedan zarok tevlî şahiyê bûn.