Pêşandana lîstika Kurdî hate qedexekirin 2021-11-14 11:38:36     STENBOL - Pêşandana stand up a 'Dawiya dawî' ji aliyê Qeymeqamiya Fatîhê ve bêyî hincetek bê nîşandan hate qedexekirin.   Di çarçoveya kampanya "Em ê jiyaneke nû ava bikin" a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê wê li Dika Hunerên Pêşandanên Avê pêşandana stand upê ya " Dawiya dawî" bihata nîşandan. Lê pêşandana lîstikê ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hate qedexekirin.   Qemeqamtiyê bêyî ku hincetekê nîşan bide, ji rayedarê Dika Hunerên Pêşandanên Avê Ayhan Ûslû re ragihand ku lîstik hatiye qedexekirin.   Ciwanên HDP'î piştî astengkirinê ragihandin ku wê lîstik li avahiya partiyê ya Bagcilarê bê nîşandan.