Gel eleqeyeke mezin nîşanî NÇM'ê da 2021-11-06 16:44:22   WAN - Ji bo salvegera 30'yemîn a NÇM'ê li Wanê konser ji aliyê NÇM'ê ve hat dayin û gel eleqeyeke mezin nîşan da.    Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bi boneya 30'yemîn salvegera avakirina xwe li Wanê konser li dar xist. Qedeya walîtiyê ya ji bo çand û hunerê wekî hincet hatibû nîşandan û destûr ji bo çalakiyan nehatibû dayin. Li ser vê yekê li Rêxistina HDP'ê konser hat lidarxistin û gelek kes beşdar bûn.    Ji bo hunermendên ji bo têkoşîna demokrasiyê li ber xwe dane deqeyek rêz hat girtin. Welatiyên hatibûn konserê bi stranên Aryen Kom û hunermendên NÇM'ê govend gerandin.