Di Mihrîcana Zarokan de peyama 'Zimanê kurdî' 2021-11-04 08:14:22     ŞIRNEX - Li Silopiyê di çarçoveya Mihrîcana Zarok û Şanoyê de, bi tevlîbûna Navenda Çanda Bahar ve lîstoka "Werne Ziman" hat lîstin. Di lîstokê de peyama girîngiya zimanê kurdî hat dayîn.    Bi pêşengiya Şaredariya Silopiyê ve Mihrîcana Zarok û Şanoyê ku hat lidarxistin berdewam dike. Bi tevlîbûna Navenda Çanda Baharê ve li Parka Newrozê ya li taxa Yenîşehîrê lîstoka "Werne Ziman" hat pêşkeşkirin. Hevşaredarên Silopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA'yê  rêvebirên HDP'ê yên Silopiyê û bi sedan kes tevlî şanoyê bû.     Girse eleqeyek mezin nîşanê lîstokê da û demên xweş jiyan. Her wiha di lîstoka "Werne Ziman" de peyama girîngiya li ser zimanê kurdî hat dayîn.    Şano, bi çepikan bi dawî bû.