Li Navenda Çanda Aryen perwerda çand û hunerê 2021-11-02 09:03:22     WAN - Di bin bana Komeleya Lêkolîn û Çand û Hunerê ya Aryen, ji bo zarokan di atolyeyên hatin destpêkirin de perwerda hunerê ya bi zimanê dayikê tê dayîn.  Hedefa komeleyê ev e ku çanda kurd bidin jiyîn û bi perwerda didin zarokan orkestrayê ava bikin.   Li Wanê Komeleya Lêkolîn û Çand û Hunerê ya Aryen, bi armanca çanda kurd bide jiyîn bi zimanê dayikê perwerdehiyên xwe dide. Di bin bana komeleyê de dersa keman, piyano, gîtar, erbane, saz, wêneyan tê dayîn. Her wiha ji bo zarokan atolyeyan jî pêk tîne. Di navbera temenê 2-5’an de perwerda rîtîm û nota tê dayîn. Hîndekar Fadîme Polat, der barê perwerdehiya tê dayîn de axivî.   ‘Em wênesazên nû digihînin’   Fadîmeyê destnîşan kir ku li bajarên herêmê bi xebatên dimeşînin dewlemendiyên çandî radigihînin pêşerojê û wiha dirêjî dayê: “Komeleya Aryen bi giştî xebatên çandî dimeşîne. Em faliyetên muzîk û wêneyê dimeşînin. Di qada wênesaziyê de ji her  temenî kes heye. Em wênesazên nû digihînin. Qursên muzîkê jî dest pê kirin. Xebatên orkestrayê jî hene. Di ser temenê 2’an de ji bo her kesî perwerde tê dayîn. Em di ser temenê 7’an de jî perwerda enstrumanê didin.”   Hedef avakirina orkestrayê ye   Fadîmeyê ev tişt daxuyand: “Em di navbera temenê 2-5’an de perwerda formatê didin. Bi lîstik û xebatên rîtmîk, stranên kurdî bi zarokan didin hezkirin. Em perwerda piyon, gîtar, bilûr û sazê didin. Em dixwazin ji zarokên xwe komek orkestrayê ava bikin.”   ‘Ji bo perwerda kurdî eleqe zêde ye’   Fadîmeyê  her wiha daxuyakirin ku perwerdeyên xwe bi zimanê dayikê didin û wiha dawî lê anî: “Kesên Kurdî nizanin tên dibêjin ‘Hun bi kurdî perwerdê didin’. Daxwaza wan jî perwerda Tirkiye. Em vê dibêjin; Em li dijî perwerda heyî ya kurdî didin. Ji ser kurdî daxwaz pir zêde ye. Koma orkestra me ya Aryen heye. Armanca me hejmara jinan zêde bibe. Di vê mijarê de xebatên me didomin.”