Hunermendên NÇM'yî: 30 sal in em çawa dimeşin em ê wiha bidomînin 2021-10-17 11:18:17   STENBOL - Hunermendên NÇM'yî yên bertek nişanî qedexekirina konsera "Berbang" a ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve dan wiha gotin:"30 sal in em çawa dimeşin em ê wiha bidomînin. Her cihên em lê stranan dibêjin NÇM ye."   Tevî nivîskar û rojnamger Mûsa Anter komek rewşenbîran di 27'ê Îlona 1991'ê de Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ava kirin. Ji bo salvegera 30'yemîn a NÇM'ê hunermendan bi rojan amadekariya konsera Berbangê dikirin. Dê li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanciyê ev konser bihata lidarxistin. Lê belê tevî walîtiya Stenbolê destûr da jî Qeymeqamtiya Kadikoyê konser qedexe kir. Wekî hincet jî "Ewlehiya neteweyî, pergala cemaweriyê, îhtilama kirina sûc, xistina nava talûkeyê ya azadî û mafê kesan" hat nîşandan.    Hunermendên NÇM'yî li ser vê yekê do li avahiya xwe ya li Beyogluyê hatin gel hevdu û konsereke biçûk wekî bertek li dijî qedexeyê dan û gotin:"Hûn nikarin meşa bi qedexeyan bidin sekinandin."   'Bi salan e em bi qedexeyan rû bi rû tên hiştin'   Hunermenda şanoyê Rûgeş Kirici da zanîn bi salan e ew bi qedexeyan rû bi rû tên hiştin û wiha got:"Dema mijar kurd be êdî tiştên wiha nabin surprîz. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê di rêwîtiya xwe ya 30 salî de bi ceza û qedexeyan rû bi rû hatiye hiştin. Îro ev jî ne surprîz in. Me jî bêtir hewil da em karê xwe bikin. Karê çand û hunerê mafê mirovan e. Dema çand û huner li cîhanê bê qedexekirin dê dinya tune bibe. Ji bo kurdan jî ev têkoşîna jiyaneke xwezayî ya ziman, huner, çandê ye."   'Huner hafizaya kurdan e'   Rûgeşê da zanîn biryara qedexeyê dûrî aqilan e û wiha domand:"Ji bo wan sedemek hewce nake, tu kurd bî bes e. Jinek ji ber rengê laçika xwe hat xwestin bê binçavkirin. Ev konsept ji bo kurdan hatiye amadekirin. Loma bêtir êrişî huner û hunermendan dikin. Sîstemên wiha ji hunerê ditirsin. Çimkî ew bi bandora hunerê dizanin. Ji ber huner zindî ye berdewamiya wê heye. Huner tiştên tên jiyîn jibîrkirinê rizgar dike. Huner hafizaya kurdan e. Ew naxwazin ev hafiza bijî û loma êrişî hunerê dikin. 30 sal in em çawa dimeşin em ê wiha bidomînin. Em nizanin çiyê derkeve ber rêya me lê belê heta çîroka kurdan bidome dê ev têkoşîn jî bidome. Huner hişmedî, hafiza û wijdan e."   'Her cihên em lê stranan dibêjin NÇM ye'   Hunermend Rûken Yilmaz jî wiha got:"Careke din vê dewletê bi awayekî gayrîhiqûqî nehişt em bi hev re stranên xwe bêjin. Em ji vê yekê bawer in ku her cihên em lê stranan dibêjin NÇM ye. Ew çiqas qedexe bikin em ê bêtir biafirînin û em ê hîn bêtir stranên xwe bêjin. Em bang li gel dikin ku di vê mijarê de bêtir xwedî derkevin."