Pêşengeha Metal Kollektîf eleqeyeke mezin dît 2021-10-16 19:42:27   AMED - Metal Kollektîf li Şanoya Bajêr a Amedê  pêşengeha ku jiyana Mûsa Anter vedibêje vekir. Metal Kollektîf di sala 2018’an de ji hêla komek jinan ve hat avakirin. Metal Kollektîf ji roja hat avakirin heta îro di hêla hunerê de gelek xebatên curbicur meşand. Metal Kollektîf piştî pêşengeha xwe ya "Jin û Koçberî" li Şanoya Bajêr a Amedê de pêşengeha xwe ya nû vekir. Di pêşengehê de jiyana Mûsa Anter hat destgirtin. Di pêşengehê de berhemên cûrbicûr hatin nişandan. Pêşengeh bi piranî ji xebatên boyaxa zeytî û peykeran ve pêk hat. Her wiha odeyekê bi taybet ji bo peykerên biçûk hatibû sazkirin. Navê odeyê 49'an bû û ji 49 peykeran pêk dihat. Ango li ser doza 49'an ku di sala 1961'an de ji bo weşandina helbestên kurdî doz hatibû vekirin. Di wê dozê de Mûsa Anter bi helbesta xwe ya Qimil hatibû darizandin. Eleqeyeke mezin ji bo pêşengehê hat nîşandan. Wê pêşengeh li  eywana pêşengeha Şanoya Bajêr a Amedê heya 26'ê cotmehê bê pêşandan.