Li Silêmaniyê mîhrîcana karên destan dest pê kir 2021-10-16 16:15:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê mîhrîcana karên destan a jinan hat lidarxistin. Di festivalê de jinên ji Silêmanî, Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi berhemên xwe tevlî mîhrîcanê bûn.    Îro li Kargeha Cixare ya Silêmaniyê mîhrîcana karên destê jinan hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de ji Rojhilatê Kurdistan û Îranê 25 jin, ji Silêmaniyê jî 30 jinan bi berhemên xwe yên wek cilûbergên kurdî û xwarinên kurdewarî tevlî mîhrîcanê bûn.    Berpirsa Jinên Destrengîn ên Silêmaniyê Jîkal Celal li ser mîhrîcanê ji Rojnews re axivî û got: “Ev çalakiyên wisa dibin sedem ku hîn zêdetir berhemên destê jinan werin dîtin. Hinek ji van jinan debera xwe li ser van berheman dikin.”   Jîkal da zanîn gelek welatî serdana mîhrîcanê dikin, lê ji ber qeyrana aborî kiryarên berhemên wan kêmin.   Mîhrîcan dê 10 rojan berdewam bike.