‘Divê kurdî bibe zimanê perwerdê’ 2021-10-16 09:04:54   ENQERE - Dîlan Karaman ya ji qursa ziman mezun bû wiha got: “Ne tenê ziman, em hînê çanda xwe jî bûn.” Dîlan Guvenç jî da zanîn ku divê zimanê kurdî bibe zimanê pewerdê û got: “Fêrbûn têr nake. Divê saziyên civakî xebatên xwe bi kurdî bimeşînin."   Komîsyona Polîtîkayên  Huner, Spor û Perwerdê  ya HDP’ê û Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman ya Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesileya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi armanca balê  bikişîne ser polîtîkayên asîmîlasyonê ya li ser kurdî û zêdetir kurdî bê axaftin, Qursa Zimanê Kurdî dabû destpêkirin. Di 12’yê cotmehê de li Navenda Giştî ya HDP’ê bi merasîmekê mezunan sertîfîkayên xwe girtin.   Ji kursiyeran şêwirmenda HDP’ê Dîlan Karaman û rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç der barê qursê û girîngiya wê de nirxandin kirin.   'Em ê qursên xwe bidomînin'    Dîlan Karaman daxuyakirin ku zimanê dayikê ji bo hebûna wan gelek girîng e û wiha dirêjî dayê: “Ji ber vê em HDP’î jî tevlî qursan bûn. Qurs gelek xweş û dewlemend derbas bû. Piştî qursê em zêdetir li ser ziman hûr bûn. Ne tenê ziman, em hînê çanda xwe jî bûn. Em hînê gelek tiştên nû bûn. Perwerdehiyek baş bû. Em ê xebat û qursên xwe yên bi kurdî bidomînin.”   Dîlanê her wiha destnîşan kir ku dema pandemiyê de qurs bi onlîne dane û wiha got:  “Ji parlamentera hetan şêwirmendan, ji endamên MYK’ê heta endamên PM’ê û xebatkarên partiyê her kes tevlî qursan bûn. Me pirtûkên kurdî dixwendin. Me gotinên bi kurdî werger kirin. Em bi kurdî fikirin. Qurs ji asta yekem heta ya sêyem diçe. Me asta sêyem qedand. Ji vir şûnde em ê biçin ya çarem. Piştre jî em ê derkevin asta mamostetiyê.”   ‘Em dixwazin kurdî bibe zimanê perwerdê’   Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenç jî got di roja zimanê dayikê ya cîhanê de MED-DER û HDP’ê hevpar biryara meşandina xebatê dane û di vê xebatê de armanc ev bû ku zimanê dayikê bê fêrkirin û wiha dirêjî dayê: “Yên zimanê xwe diaxivin rastî êrîşan tên. Ziman yek ji mafên sereke ye. Lê kurdî jî hem di fermiyetê de hem jî li meclîsê wek ‘zimanê nayê zanîn’ tê îfadekirin.”    ‘Zimanê xwe fêrkirin’   Dîlanê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Di pandemiyê de me onlîne xebat meşandin. Ev ji bo me derfet bû. Tevlibûna qursan xurt bû. xwendekarên asta ewil derbas kirin, derbasî asta din bûn. Ev  jî ji boz iman pir girîng e. Vê em gelek kêfxweş kirin. Ji bo hevalên ji ziman û çanda xwe dur ketine, ev qurs gelek baş bû. Zimanê xwe fêr bun. Ev jî coş û moral dide mirovan.”   ‘Fêrbûn têr nake, dive bê jiyînkirin’   Dîlanê dawiyê de ev tişt bi lêv kir: “Fêrkirina kurdî axaftin têr nake. Dive saziyên civakî xebatên xwe bi kurdî bimeşînin. Li cihê kurdî tê axaftin bi Tirkî an jî zimanekî din xebat meşandin şaşe. Ev peywir ne tenê ya MED-DER’ê ye, hemû sazî divê xizmet û xebatê bimeşîne. Divê li vê baldar bin. Fêrkirin tenê têr nake.”