Qeydên qursa dema nû ya Navenda Çanda Dîcle Firat dest pê kir 2021-10-16 09:01:06   AMED - Navenda Çanda Dîcle Firat bi dema qeydên nû re dîsa dest bi perwerdehiya rûbirû kir û qeydên kursan dan destpêkirin. Rêvebera Navenda Çandê Kîbar Suvarî wiha got: “Ji bo xwedî derketina çandê divê hemû jin, zarok û ciwan tevlî qursan bibin.”   Naveda Çanda Dîcle Firat piştî ku vîrusa korona (Covîd-19) li Tirkiye û herêmê hat dîtin şûnde xebatên çand û hunerê bi perwerdehiyên onlîne berdewam kir. Lê piştî tedbîrên pandemiyên ketin asta normalbûnê, navendê di dema qeyda nû de biryara perwerdehiya rû bir û ya nû da. Di qada wêne, saz, gîtar û gelek qadên din de wê perwerdehî bê dayîn û qeyd jî heta 22’yê cotmehê wê bidome.   ‘Me dersên xwe onlîne meşand’   Rêvebera Navenda Çanda Dîcle Firat Kîbar Suvarî, destnîşan kir ku beriya pandemiyê û piştî wê perwerde demekê onlîne meşandine û wiha dirêjî dayê: “Beriya pandemiyê qursên me yên didomiyan hebûn. Bi pandemiyê re me online ders dan. Di dema normalbûnê de me demek din jî onlîne dan.”   ‘Em ê di gelek qadan de qursan bidin’   Kîbar her wiha bi lêv kir ku bi dema normalbûnê re di dema qeydên nû de wê perwerdehiya bi atolyeyên rengîn dewlemend bikin û wiha  dirêjî dayê: “Niha bi normalbûnê re em ê rû bi rû perwerda bidin. Ji bo vê qeydên me destpêkirin. Qursên saz, gîtar, keman, sêtar santur, wêne, erbane, perkusyon û govendê wê bên destpêkirin. Vê pêvajoyê de wê ji bo jin, zarok û mezinan perwerde bê dayîn. Ji 2003’yan heta niha li navenda me di gelek qadan de qurs û atolye tên dayîn. Li navenda me di gelek qadan de perwerde hat dayîn. Di çarçoveya mîhrîcanan de atolye pêk hatin. Gelek hunermend hatin gîhandin. Niha ew hunermend li navendê  di qada hunerê de perwerdehiyan didin. Em jî xebatan dimeşînin.”   ‘Em hewl didin çanda xwe bidomînin’   Kîbarê dawiya axaftina xwe de balkişand ser qeydên tên kirin û got herî zêde ji bo saz, gîtar û govendê serlêdan tên kirin û wiha dawî lê anî: “Ev cihekî dîrokiye, em li vir di nava nirxên çandî de perwerdehiyan didin. Di heman de em çanda xwe didin jiyîn. Em bang li hemû jin, zarok û ciwanan dikin ku  tevlî qursan bibin.”