Dê ji bo nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê bê lidarxistin 2021-10-15 20:55:44     AMED - Dê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di zindanan de li Amedê roja îmzeyê li dar bixe.   Bi pêşengiya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê bi beşdariya nivîskar û malbatên nivîskarên di zindanan de roja îmzeyê ji bo nivîskarên di zindanan de bê lidarxistin. Dê nivîskar pirtûkên nivîskarên di zindanan de yên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Menaf Osman, Ahmed Huseyîn û Ahmedê Bilokî îmze bikin.   Piştî roja îmzeyê dê name bên şandin   Ev bernameya îmzeyê ya ji aliyê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ve dê bê lidarxistin dê di demên pêş de bi îmzekirina pirtûkên nivîskarên din ên di zindanan de dewam bike. Ew ê di 24'ê Cotmehê de saet di navbera 14.00-17.00'an de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li semta Ofîsê ya Navçeya Yenişehîrê ya Amedê bê lidarxistin. Her wiha dê piştî bernameya îmzeyê ji nivîskarên di zindanan de name bê şandin. Di çarçoveya vê bernameyê de ji aliyê PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ve serdana malbatên nivîskarên di zindanan de jî tê kirin û dê bi bernameyên kurt berhemên nivîskarên di zindanan de jî bên naskirin û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd bê weşandin.