Mijara pêşengeha Metal Kollektîf jiyana Mûsa Anter e 2021-10-15 09:04:13   Sema Çaglak    AMED - Metal Kollektîf ku bi komekê jinan ve hatibû ava kirin, pêşengeha xwe ya duyem a jiyana Mûsa Anter vedibêje sibê vedikin. Hediye Yaşar a ku di kollektîfê de cih digire banga tevlîbûna pêşengehê kir û got: "Em ê berhemên ku 7 mehan a ji hêla 5 atolyeyan ve hatî çêkirin derxin pêşberê hunerhezan."   Metal Kollektîf di sala 2018’an de ji hêla komek jinan ve hat avakirin. Metal Kollektîf ji roja hat avakirin heta îro di hêla hunerê de gelek xebatên curbicur da meşandin. Metal Kollektîf piştî pêşengeha “Jin û koçberî” niha amadekariya pêşengeha nû dike. Pêşengeh wê sibê li eywana pêşengeha Şanoya Bajêr a Amedê were pêşandan. Di pêşengehê de jiyana Mûsa Anter hatiye destgirtin. Derbarê pêşengehê de Hediya Yaşar a ku di Metal Kollektîfê de cih digire ji ajansa me re axivî.   Hediye di destpêka axaftina xwe de li ser arman û xebatên Metal Kollektîfê axivî û got: “Kollektîfa me bi 38 jinan ve dest pê kiribû. Lê belê hertim ew hêjmar guherî. Carinan zêde bû, carinan jî kêm bû. Di projeya 'Jin û koçberiyê' de gelek qadên cuda me xebatên da meşandin. Me piraniya xebatên xwe li qada sanayiya metal çêkir. Ji ber vê me navê kollektîfa xwe xist metal. Her wiha em gelek wateyê didin nesneyan.”   ‘Hemû xebat ji hêla jinan ve hat çêkirin'    Hediye, diyar kir ku xebatên pêşengeha wan hê jî berdewam dike û wiha bi lêv kir: "Me ji bo pêşengehê me serî li 'Qada ji bo çandê' da û me daxwaza alîkariya aborî kir. Me di nav 7 mehan de xebata 5 atolyeyan kir. Li ser qadên wêne, peyker, polyester û hunera nûjen atolyeyan çêkir. Di encama van xebatên atolyeyan de berhemên ku derketin em ê sibê di pêşangehê de pêşkeş bikin. Pêşengeha me dê 26’ê cotmehê bidome."   ‘Mijara pêşengehê derheqê Mûsa Anter e’   Hediye di axaftina xwe de wiha bal kişad ser temaya pêşengehê: "Temaya me ya pêşengehê Mûsa Anter. Pêşengeh derheqê jiyana Mûsa Anter de ye. Ji bo Mûsa Anter her tişt watedar û girîn bû û ji bo wî mirov bi rûmet bû. Tiştên ku Gelê Kurd dijiya dîdit û li dijî pêkutiyan derdiket. Bi hestên mirovan nêzî tiştan dibû. Ez ji vê nêzikatiyê gelek bi bandor bibûm. Xebatên me yên li ser vê mijarê rastî jî gelek zor û hessas bû. Mijara pêşengeha jin û koçberî jî ji bo me gelek zor bû."   'Em ê sibê li benda we bin'   Hediye wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo hunerê bighînin civakê em her tim di nav hewladanan de bûn. Di vê kollektîfê de jin xwe dibînin. Ji bo teyisandina civakê, ji bo guhertîn û veguherandinê me vê xebatê kir. Li gorî me guhertina jinê guhertina civak û jiyanê ye. Em sibê li benda we ne û bên serdana pêşengeha me."