Dê NÇM'yê şahiya salvegera xwe ya 30'yemîn li dar bixe 2021-10-08 13:31:40   STENBOL - NÇM'ê banga beşdariya ji bo çalakiya salvegera xwe ya 30'yemîn a dê bi dirûşma "Berbang" li dar bixe, kir. NÇM'ê ji bo hemû gelan banga "Ji her derê bêhna azadiyê tê û kelecana yekem cihê xwe ji bextewariyê re dihêle. Werin em bi hev re Berbangê pêşwazî bikin." kir.    Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 30 sal li pey xebatên xwe hişt. Ev saziya ku di warê çand û hunera kurdî de xebatên hêja û girîng heta îro anî, di 27'ê Îlona sala 1991'ê de li Stenbolê ji aliyê Mûsa Anter (Apê Mûsa) û hevalên wî ve hatibû damezrandin. NÇM bi konser ango şahiyek taybet 30'yemîn salvegera xwe pîroz dike. NÇM'ê ji bo beşdariya vê konserê banga beşdariyê kir. NÇM'ê diyar kir ku ew ê di 16'ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Bostanciya Stenbolê vê konsera xwe li dar bixe.    ‘Berbanga azadiyê ye…’    "30 sal berê li kolaneke teng a Stenbolê kelecaneke şermoke li ser rûyê hemû kesan. Dengê stranan tê ji saloneke biçûk. Hemû kes dixwazin vê kêliyê bi çavên xwe bibînin. Apê Mûsa û Apê Feqî wek xwediyên malê bi hurmet pêşwazî dikin mêvanan. Û govend dest pê dike. Ew kelecan ji wê kolana teng belav dibe hemû cîhanê. Zarok distirên, stranên kal û pîrên xwe. Rihê hezar salan ji nû ve tov dide ji wê kolana teng. Û mezin dibe ew zarok,  çîrokên xwe vedibêje ji cîhanê re. Geh  fîlman dikşîne geh şanoyan ava dike û geh  wêneyan xêz dike.   Sal 2021. Ev çîrok bi hemû kelecana xwe hê jî berdewam dike. Govenda Apê Mûsa da destpêkirin hê jî li benda govendgera ye. Heta niha gelê kurd li vê çîrokê xwedî derket û ev govend qet nesekinî. Berbangê, xwe da hîs kirin. Bêhna azadiyê tê ji her derê û ew kelecana roja ewil jî vediguhere kêfxweşiyê. Werin em bi hev re Berbangê pêşwazî bikin.    Cih: Navenda Pêşandeyê ya Bostanciyê (Bostancı Gosteri Merkezi Dîrok/Saet): 16 Cotmeh Şemî 18:00"