Hejmara nû ya Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket 2021-10-01 12:42:45   STENBOL - Hejmara 23'yem a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê derket. Di hejmara nû ya pêvekê de mijarên mîna girêdana hişbirê ya bi destên leşker û polîsên dewletê, destdirêjî, tecawiz hatine destgirtin.     Hejmara 23'yem a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi sernavê "Hişbir û tecawiz ên polîtikaya şer"derket. Di hejmara nû ya pêvekê de mijarên mîna girêdana hişbirê ya bi destên leşker û polîsên dewletê, destdirêjî, tecawiz û kampanyaya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya li dijî vê yekê hatine destgirtin. Ferda Yilmazoglu, Rabia Şevin Saribulak û Kibriye Evren bi nivîsên xwe Nevin Cerav jî bi gotubêjaa ji Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Ablay girtiye di pêvekê de cih girtin.   Heval Arslan mijara muxatabiya di mijara meseleya kurd de nivîsandiye. Hulya Osmanagaoglu li ser nîqaşên li ser feminizmê, Nebile Irmak Çetin jî li ser zarokên karkerên demsalî nivîsandiye.    Serenavên di hejmara 23'yem de cih digirin wiha ne:   Ev şerekî konek ê bê tanq û tiving e..../ Gotubêja bi Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Fatma Ablay-Nevin Cerav   Polîtîkayên şerê taybet û bedena jinê / Kibriye Evren   Dafa hişbir û fuhuşê ya li dijî jinên ciwan / Ferda Yilmazoglu   Pirsa "muxatap kî ye?" şolîkirina avê ye / Heval Arslan   Tu yê siberojê ji îro de ava bike yan jî feminizm reloaded a li derveyî sîstemê / Hulya Osmanagaoglu   29,7 milyon Euro! yê dê karkeriya zarokatiyê ya li ser erd bi dawî bike / Nebile Irmak Çetin   Me stargeh vala kirin: Tenê tirs ne Taliban e / Alissa J. Rubin   Serhildana têl şikand / Zeynep Altinkaynak   Em mecbûr in beramberkirina cinayetên jinê bisekinînin/ Aviah Day   Kampanyaya me hemleya avakirina jiyaneke nû ye / Rabia Şevin Saribulak