Mîraçê hat qetilkirin bû mijara berga LeManê 2021-09-07 10:52:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Mîraç Mîroglu yê 7 salî yê bi lêdana wesayîta zirxî ya polîsan hat qetilkirin bû mijara berga kovara LeManê.   Kovara karîkatur-mîzahê ya heftane Leman, Mîraç Mîroglu yê ku li navçeya Hezexa Şirnexê di encama lêdana wesayîta zirxî ya polîsan de hat kuştin, li ser bergê xwe kir. Li ser bergê ku bîranîna bûyerê bi karîkatur hatiye vegotin,  ev nivîs hatiye nivîsandin: "Zarokê 7 salî yê bi navê Mîraç Mîroglu dema ku li Hezexê bi bisiklêta xwe dileyîst, di encama qelibandina wesayîta zirxî de jiyana xwej i dest da. Ev yek xemgîn dike ku heta îro bi dehan zarok bûne qurbanên wesayîtên zirxî."