Şanoya Bajar a Amedê atoleyên bê pere li dar dixe 2021-08-26 13:58:44     AMED - Şanoya Bajêr a Amedê, atolyeyên  bê pere ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar dixe.    Şanoya Bajêr a Amedê ku her sal li Amedê bi gelek lîstikan derdikeve pêşberî temaşevanan, wê bi piştevaniya Enstîtuya Goetheyê atolyeyên bê pere ku perwerdehiyên şanoyê jî di nav de cih digirin li dar bixe. Serlêdanên xebatên atoleyên ku kesên di ser 18 salî re dikarin tevlî bibin û ji 20 kontenjanên pêk tê, wê di 13’ê Îlonê de bi dawî bibin. Piştî serlêdan temam bûn wê di 18 û 19’ê îlonê de hilbijartin bên kirin.    Wê Şanoya Bajêr a Amedê di atolyeyên wek Clown, Pandomîm, Hereket û Dans, Bûkoke, Jonglor û Nivîskariya Dramatîk de dersên Lîstikvaniya Bingehîn, Deng û Kondusyon, Dîrok û Têoriya Şanoyê, Analîza Metnên Dramatîk, Rîtm û Perwerdehiya Deng bide beşdarvanan.    Kesên dixwazin beşdarî xebatên atolyeyê bibin dikarin serî li Şanoya Bajêr a Amedê ya li navçeya Peyasê bidin û her wiha dikarin nav, paşnav û nimreya telefonê ji navnîşana maîlên xwe ji amedtiyatro@gmail.com re bişînin û serlêdanê bikin.