Di mîhrîcana jinan de atolyeya dramê 2021-08-23 16:32:31     WAN - Di çarçoveya Mîhrîcana Çand, Hûner û Xwezayê ya Jinê de, atolyeya dramê hat lidarxistin.    Mîhrîcana Çand, Hûner û Xwezayê ya Jinê ya ku ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatî lidarxistin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Şanoya Mencelê li Taxa Yali ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Atolyeya Dramê li dar xist. Gelek kes beşdarî atolyeyê bûn.    Jinan bi bernameyên xwe naskirinê, lîstikên reqsê û gelek bernameyên din eleqeyek mezin nîşanî atolyeyê dan û atolye bi stranên ku jinan gotin, bi dawî bû.    Mîhrîcan, wê îşev bi konsera Koma Aryen bi dawî bibe.