Jin di Mîhrîcana Sakîne Cansiz de hatin gel hev 2021-08-22 16:17:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Jin di 8’emîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz ya bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinê têkoşînê mezin bikin” de hatin ba hev.   Mîhrîcana Sakîne Cansiz ya bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirina jinê têkoşînê mezin bikin” bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê ji aliyê 38 saziyên jinan ve hat lidarxistin. Mîhrîcana pêşkêşî Denîz Poyraz hat kirin a ku di êrişa li hemberî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Îzmîrê de hatibû qetilkirin.   Qada mîhrîcanê ku çend roj beriya niha ji aliyê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana hatibû amadekirin, bi dîmenên ku têkoşîna jinên kurd û yên cîhanê nîşan dida hatibû xemilandin. Posterên Denîz Poyraz û Sakîne Cansiz jî li cihê dikê hatibû daliqandin.   Mîhrîcana ku bi naverokekî dewlemend ya xîtabî her kesimê jinan dike hatî amadekirin, li ‘Zeughausareal, Kanonengasse 20, 8004 Zurich (1 Mai Platz) tê lidarxistin. Amadekariyên mîhrîcanê di saetên sibehê hatî temamkirin. Hatina Kurdistaniyên li bajarên Swîsreyê dijîn ya ji bo cihê mîhrîcan didome.   Di çarçoveya mîhrîcanê de bi rojeva jin, şer û penaberî panel tên dayîn. Mîhrîcan bi axaftina endamên YJK-S’ê Hediye Mûnzûr û Fîdan Guler ve dest pê kir û wê tevahiya rojê bidome.