Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinan li Wanê dest pê dike 2021-08-20 11:51:19     WAN - Ji aliyê TJA, Meclîsa Jinan HDP'ê û Koma Muzîkê ya Aryenê ve li Wanê Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinan tê organîzekirin.    Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Xwezayê ya Jinan a ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gean (HDP) û Koma Muzîkê ya Aryenê ve tê organîzekirin û dê 3 rojan bidome, sibê li Wanê dest pê dike. Mîhrîcan, sibe wê li baxçeyê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, bi pêşandana wêneyan dest pê bike. Bi şev jî, dê Nuray Balik ji Jin MA’yê li Salona Civînê ya Baroya Wanê derkeve ser dikê û konser bide.    Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî, wê saet 11.00’an bi "Dîwana Amûran" li ser travertînên Elbakê dest bi bernameyê bê kirin. Bername, wê li Rêxistana HDP’ê ya Bajêr bi pêşandana "Dîwana Dengbêj" û "Strana Dayika Min" bi dawî bibe.   Di roja dawî ya mîhrîcanê de jî, wê li Otela Urartû, saet 13.00’an atolyeya Drama bê lidarxistin. Mîhrîcan, dê saet 19.00’ê şevê bi konsera Koma Aryen bi dawî bibe.