8'emîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz li Swîsreyê tê lidarxistin 2021-08-17 11:27:31     NAVENDA NÛÇEYAN - 8'emîn Mîhrîcan Jinê ya Sakîne Cansiz bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê em berxwedanê mezin dikin" îsal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin.   Ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku 9'ê çileya 2013'yan li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji bo bîranîna hersê şoreşgeran her sal li Swîsreyê Mîhrîcana Sakîne Cansiz tê lidarxistin. Îsal jî di 22'yê tebaxê li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê 8'emîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz bê lidarxistin.   Mîhrîcan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) ji aliyê platformên jinan ên Swîsreyî, Kurdistanî, Tirkiyeyî û koçber ve pêk tê ku 38 sazî di nav de ne. Mîhrîcan îsal bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, em berxwedanê mezin bikin" pêk tê. Kewê, Jala, Dîlan Top, Vengê Destar, Hozan Gulan, Medî û gelek hunermendên din dê di mîhrîcanê de derkevin ser dikê. Her wiha POP Chestra (Pêşandana Opera), komên defê û govendê, performansa Flemenco-Tanz wê bêne nîşandan.   Li binê konê gelêrî jî wê qala kevneşopiya dengbêjiyê bê kirin. Ji bo zarokan jî atolyeyên boyaxkirinê û lîstikê hatine plankirin. Bi peyker, wêne, bîlboardên li qada mîhrîcanê jî wê qala dîroka kurd û Kurdistanê were kirin. Têkildarî têkoşîna Sakîne Cansiz, têkoşîna jinê ya li Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê û rewşa jinên koçber li Swîsreyê wê panel bêne lidarxistin.   Komîteya Amadekar a a mîhrîcanê ji bo tevlîbûna xurt a li mîhrîcanê bang kir: "Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz û jinên cîhanê yên berxwedêr ên hatin qetilkirin, em ê festîvala xwe ya 8'emîn li dar bixin. Bi naveroka xwe ya dewlemend em ê xîtabî her jinê bikin. Di serî de jinên kurd em bang li jinên li Swîsreyê hemûyan dikin ku tevlî mîhrîcanê bibin."   Saziyên ku mîhrîcanê li dar dixin: YJK-S, TêkoJIN, Kongreya Star, Defend Kurdistan, Rosara, Women Defend Rojava, Medico International, Fraun Lesben Kasama, Fist, PDA, Yenî Kadin, Kolektîfa Mor Sor, Frauenstreik, Kolektive Zurich, Solifonds, Frauenbundnis, Weltfrauenkonferenz, Frauencafe, SKB, Brückenschlag Zürich-Amed, Labyrinthplatz, ADKH, BASTA, SP, AL, Pîrhebokên Kampusê, FEDA, Revolutionäres Queer Feministisches Bundis Basel, Grune, Kevana Zêrîn, Mor V