Dêra Surp Sarkis a dîrokî li dijî tunebûnê li berxwe dide 2021-08-13 09:02:26     AMED - Dêra Surp Sarkis a dîrokî ya li navçeya Sûrê wekî Kuçeya Alîpaşayê ya tê de cih digire li dijî tunebûnê li berxwe dide   Piştî desthildariya Hurri-Mitaniyan a heta 1260'î li Amedê malovantiya gelek şaristaniyên mîna Asûr, Arami, Urartu, Îskit, Med, Pers, Makedonya, Roma, Mervani, Hamdani, Selçuk û gelek şaristiniyên din hatiye kirin. Her wiha li Amedê gelek îbadetxane jî hatine avakirin. Yek ji îbadetxaneya heta îro hatiye Dêra Surp Sarkis e. Ev dêr xwediyê dîrokeke 500 salî ye.    Dêra Surp Sarkis a li Kuçeya Alîpaşayê ya di sedsala 16'emîn de hat avakirin di dema Qirkirina Ermeniyan de wekî embara tene dihat bikaranîn û piştre veguherî Febrîqeya Çeltûkê. Ev der di dema veguherî febrîqeyê de ber bi hilweşandinê ve çû û niha jî ber tunebûnê ye. Gelek kevirên wê hatine dizîn, hatiye talankirin û tê xwestin di hafizaya civakê de bê tunekirin.    Li navçeya Sûrê li berxwe dide   Hinek aliyên dêrê hilweşiyane. Di dîwarê mayî de jî bi qansî mirov bikaribe derbas bibe qulek lê vebûye. Gelek kevirên neqişkirî ji cihê wan hatine derxistin. Tevî hilweşandina dewletê ya li Sûrê jî ev dêr hîn li ser piya ye.   Li kuçeya gelek malên dîrokî yên Amedê hatine hilweşandin avahiyên nû yên hafizaya civakê hedef digirin hatine lêkirin.   Ji bo çêkirina Dêra Surp Sarkis a dîrokî kevirên bazalt, hesin û kirêc hatine bikaranîn. Tevî hilweşandinê jî bi taybetmediya avakirina xwe bala mirovan dikşîne.