5'emîn Fûara Pirtûkan a Rojava bi dawî bû 2021-08-06 12:41:32   NAVENDA NÛÇEYAN - 5'emîn Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku îsal li Qamişlo hat vekirin bi dawî bû.   5'emîn Fûara Pirtûkan a Şehîd Herekol ku 29’ê tîrmehê li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû vekirin bi dawî bû.   Fûara ku pirtûkên ji bakurê Kurdistanê bigire heta, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriye, Iraq, Libnan, Îtalya, başûrê Kurdistan bi giştî 44 weşanxane, berhemên 7 rewşenbîrên ji Rojava 130 hezar pirtûk hatin pêşkêşkirin. Fûar 8 rojan dom kir.   Merasîma li Salona Şanoyê ya Navenda Çand û Huner a Mehemed Şêxo hate kirin, ji rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye bigire, gelek rewşenbîr, nivîskar, hunermend, xwendekar û gel tevlî bûn.   Dayika Şehîd Herekol (Huseyîn Çawîş) a tevlî merasîmê bûbû, axivî û got: “Hûn nivîskar, rewşenbîr, hunermend û bi taybet xwendekar, her yek ji we Herekol e, di nava xwendekaran de dibe ji Herekol baştir jî derkevin.”   Li fûarê ji zarvayên Fransî, Îngilîzî, Tirkî, Farisî, Erebî û zaravayên Kurmancî-Soranî 130 pirtûk hatin pêşandan. Li fûarê di çarçoveya wêje, huner, siyasetê de rewşenbîr, nivîskaran 10 semîner û 7 sempozyon dan. Her wiha belgefîlmek li ser Serêkaniyê û wêne hatin nîşandan.   Weşanxaneyên tevlî fûarê bûne, di nava salê de 200 pirtûkên 70 jê jin 130 mêr çap kirin. Bi vê yekê re cara yekê ye ku pirtûkên 70 jinên nivîskar hatin pîşandan. Sala borî pirtûkên 47 jinan hatin pêşandan.   Li aliyê din li Bakur û Rojhilatê Sûriye di nava salê de 120 kurdî 200 pirtûk hatin çapkirin.   Îsal ji pirtûkên hatin çapkirin 70 Erebî, 130 kurdî bûn. Cara yekê ye ku fûarek evqas pirtûkên kurdî tê çapkirin û pêşandan.   Di dawiya fûarê de spasiya hemû kesên keda wan di fûarê de hene hate kirin, xelat li weşanxaneyan hate belavkirin.