Dê li Cizîrê bernameya 'Bîranîna Celadet Elî Bedirxan' bê lidarxistin 2021-07-29 09:05:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Dê bi hevkariya MED-DER, Komeleya Birca Belek, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê sibehê li Cîzîra Botan bernameya "Bîranîna Celadet Elî Bedirxan" bê lidarxistin.    Dê roja înê di 30'yê mehê de li Komeleya Birca Belek a Cîzîra Şirnexê bi hevkariya MED-DER, Komeleya Birca Belek, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Koma Helbestê ya Amedê û Koma Xwendinê ya Amedê bernameya "Bîranîna Celadet Elî Bedirxan" bê lidarxistin. Dê di destpêkê de saet di 16.30'an de panel li ser jiyan û berhemên Zimanzan û Nivîskarê Kurd Celadet Elî Bedirxan bê lidarxistin. Dê saet di 18.00'an de helbest bên xwendin. Her wiha saet di 19.00'an de jî dê dengbêj bi kilamên xwe yên cuda reng bidin bernameya "Bîranîna Celadet Elî Bedirxan".