Hewraman ket lîsteya mîrasa cîhanê 2021-07-28 09:55:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Mîrasa Cîhanê UNESCO’yê di 44’emîn rûniştina xwe de doza rehenda çandî ya Hewramanê erê kir û bi fermî ew wek mîrasa cîhanê nas kir.   Hewraman herêmeke çiyayî ya Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye ku şêniyên wê bi zaraveyê Hewramî diaxivin. Li gorî lêkolînên dîroknasan dîroka vî zaraveyî digihîje heta 300 hezar sal beriya niha. Belgeyên destpêkê yên arkeolojîk nîşan didin ku jiyana li Hewramanê vedigere çaxa Paleolotîk. Bermahiyên amûrên ji kevir ku bi destê mirovên Neandertal hatine çêkirin li nêzî gundê Hecîc ê Hewramanê ji aliyê arkeologan ve hatine dîtin. Her wiha hin belgeyên têkildarî dema Paleolotîkê ango 3 milyon sal beriya niha li şkeftekê ya dikeve Geliyê Pirdî Mala hatiye peydakirin.   Gund li bilindahiya çia hatine avakirin   Piraniya gundên Hewramanê li bilindahiya 1700 metreyan hatine avakirin. Ferqa zêde ya di navbera cihê herî bilind û cihê nizm ê Hewramanê evqas zêde ye ku 3 herêmên avhewayî yê cuda lê çêbûne û wê weke parzemîneke biçûk ku xwedî şêwazên cihêreng ên jiyanî ye. Şêniyên Hewramanê bi kedek mezin li çiyayên asê ên Hewramanê qadên çandiniyê û niştecihbûnê çêkirine. Bi amûrên xwezayî av veguhastine bilindahiyên ku lê dimînin û çandinî kirine. Li wê herêmê heta metreyek ax nîne ku xelkê wê ew bi kar neanîbe û nav lê nekiribe.   Hwraman wekî muzeyek servekirî ye   Li Hewramanê bûyîna yek a mirov û xwezayê bûye sedema pêşketina fenomenên bê hempa di qada jiyanê û têkiliya çanda menewî û madî ya bi erdnîgariyê re çêkiriye. Hewraman warek e ku bêhna xweza û jiyanê ji ol, helbest, mûzîk, irfan, ziman, huner û mîmariya wê tê.   Hewraman mûzeyek erdnîgarî, dîrokî, mirovî û zimanî ye ku di proseya cîhanîbûyîn û guhertin û weguhertinên çandî de nîşan dide ku mirovên kevnar ên demên berê çawa bi tena xwe û bi îlhama ku ji xweza û hawîrdorê bêyî ku zirarê bide wê girtine û karibûne şaristanî û çand, ango bi yek gotinê jiyanê biafirîne.   Çavkanî: ANF