5'emîn hejmara Kovara Sînemaya Serbixwe derket 2021-07-21 14:33:32   NAVENDA NÛÇEYAN - 5’emîn hejmara Kovara Sînemaya Serbixwe ya bi kurdî wek dijîtal/pdf hate weşandin.    5’emîn hejmara Kovara Sînemaya Serbixwe ya bi kurdî wek dijîtal/pdf hate weşandin. Sînemaya Serbixwe ku wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike. Sînemaya Serbixwe piştî navberekê, 7 mehan bi hejmara xwe ya pêncem wek e-kovar derket pêşberî xwînerên xwe. Di vê hejmara nû de, bi du zaraveyên Kurdî (Kurmancî û Dimilkî) nivîs û gotar,nûçe û naverokên sînemayê cih digirin.   Naveroka kovarê bi vî rengî ye:   Bêçareserîya Sînemaya Nurî Bîlge Ceylanî / Welat Ramînazad,   Hevpeyvîna bi Derhênerê Kurd Hesen Demîrtaş re / Rûmet Onur Kaya   Lars Von Trier Çi Îtîraf Dike? / Aynûr Çîle   The Great Dîctator: Li Hemberî Pergala Faşîst Serhildana Chaplîn / Mela Mihyedîn   Ma Exlaqî ye ku Meriv Nikaribe Laşê Zarokek Mirî Bibîne? / Dîlek Durgun   , Hevpeyvîna bi Edîtorê Kovar û Malpera me ya “Sînemaya Serbixwe” Rûmet Onur Kaya re / Remezan Haydaroglû   , Dilê Peyv û Hevokên Mezin; “Furûx Ferroxzad” / Rûmet Onur Kaya   , Yek Ji Fîlmên Yekem ên Kurdiya Kurmancî: “De Zwijgende Reiziger”,    Pêşengê Sînemaya Surrealîstê: “Luis Buñuel Portolés”  / Rûmet Onur Kaya,    Xelatên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Gerdûnî Diyar Bûn, 100 Fîlmên Baştirîn ên ku ji aliyê Derhênerên, Jin ve Hatine Kişandin    Hin Têgînên Sereke-Girîngtirîn ên Hunera Sînemayê û Fîlman.   Di nivîsa edîtoryayê de wiha hat gotin:   "Xwîner û sînemahezên hêja, em weke kovara “Sînemaya Serbixwe” bi hejmara xwe ya nû li pêşberî we ne. Di rûpelên hejmara pêncemîn a “Sînemeya Serbixwe” de dîsa nivîs û naverokên têr û tijî cih digirin.  Herr Mannelig, Dîlek Durgun, Mela Mihyedîn, Remezan Haydaroglû, Rûmet Med, Welat Ramînazad bi nivîs, gotar û hevpeyvînên xwe reng dane hejmara nû ya kovara me. Her wiha di vê hejmarê de; nûçe, portre û naverokên sînemayê jî hene.  Helbestvana mezin Furûx Ferroxzad dibêje; “Sînema ji bo min şêwazeke derbirinê ye. Min bi dirêjiya jiyana xwe helbest nivîsandin û xwendin, û helbest, bi tenê rêyeke derbirinê ye. Ez ji sînemayê hez dikim û ez dikarim di hemû warên din de jî bixebitim. Ku helbest nebe ez di şanoyê de bilîzim, ku şano nebe ez fîlman bikêşînim. Dewamkirina vê jî girêdayî berdewama gotinên min e. Helbet, ku gotinên min hebe...Hunera Heftemîn “SÎNEMA”; şêwazeke derbirinê ye û rengekî ciwan, ronak û efsûnkar e ku dibe neynika herî zelal a dem û herikîna xwezaya jîyanê.. Wekî kulîlkeke rengîn û nemir; bêdemsal vedibe û bêsînor şîn tê...Bimînin di xêr û xweşiyê de. Bi hev re hejmarên nû ve..   Ji bo hejmara çarem a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;    https://sinemayaserbixwe.com/hejmara-pencemin-a-kovara-sinemaya-serbixwe-derket/   Navnîşanên Medyaya Civakî ya Sînemaya Serbixwe; Twitter: SinemaSerbixwe  Înstagram: SinemayaSerbixwe  Facebook: CinemaSerbixwe