Şîrîn Tatli jiyana xwe ya zor û zehmet bi dengbêjiyê vedibêje 2021-07-08 09:03:44   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Şîrîn Tatli ya ku jiyana wê tim bi astengî û zehmetiyan derbas bûye, dibêje: “Kengî ez xemgîn bibim stranan dibêjim. Ez êşa xwe jî û kêfxweşiya xwe jî bi stranan tînim ziman.”     Dengbêjî kevneşopiyek gelekî girîng a Kurdistanê ye û di çanda kurdan de cihekî girîng digire Dengbêj êş, dert, kêfxweşî û şahiya civaka xwe bi stranên dibêjin tînin ziman.  Dema ku mirov dibêje dengbêj jî di serî de jinên dengbêj tên hişê mirov. Yek ji van jinên dengbêj jî Şîrîn Tatli ya ku li navçeya Hezexa Şirnexê ye. Şîrîn a ku dayika 4 zarokan e, bi dengbêjiya ku dike çanda kevnar a civaka xwe diparêze.     'Barê jiyanê li ser milên min ma'   Şîrînê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna xwe ya jiyanê û got: “Zarokatiya min gelek xweş bû. Ez dema hîn biçûk bûm bavê min hat kûştin. Dayika min bi tena serê xwe em mezin kirin. Hemû barê jiyanê li ser milên dayika min ma. Dayika min jî koçer bû. Ji ber wê yekê jiyana min tim li zozan û deştan derbas bû. Ji zarokatiya xwe heta niha ez li gelek zozanan geriyam. Ez di 15 saliya xwe de li ser daxwaza birayê xwe hatim zewicandin.  Piştî ku hatim zewicandin û bû xwedî zarok hevjînê min tevlî refên azadiyê bû û şehît ket. Wê demê jiyan ji bo min zehmettir bû. Ji ber ku divê min bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî bikira. Ji bo ku ez zarokên xwe bikaribim xwedî bikin,  di gelek karên zahmet de xebitîm. Gelek astengî derketin pêşiya min. Lê ji bo wan astengiyan çareser bikim gelek ketim nav hewldanan.  Ez di gelek karên giran de xebitîm. Min nan dipijand û difrot, diçûm karên fistiq û pembû de  dixebitîm. Min ji jiyanê tu tam nedît û jiyana min bi xizaniyê derbars bû.”   Êş û derdên xwe bi stranan vedibêje   Şîrînê, da zanîn ku êş û derdên xwe bi stranên dibêje ve tîne ziman û wiha berdewam kir: “Piştî ku birayê min bi qezayekê jiyana xwe ji dest da û hevjînê min şehît ket şûnde di temenekî ciwan de  min dest bi dengbêjiyê kir û kengî xemgîn bim stranan dibêjim. Bi stranên ku dibêjim derd û kulên  xwe jî vedibêjim. Ev demek dirêje dengbêjiyê dikim. Kengî tiştek biqewimedemê li ser wê bûyera ku qewimiye stranekê dibêjim. Carna jî stranên dengbêjên berê dibêjim. Ez li dawetan distirêm û li şînan jî lorîkan dibêjim.  Carna jî dema ku civat çêdibin diçim tevli wê civatê jî dibim û distirêm. Ez stranan xwe herî zêde li ser şehîdan û jiyana xwe dibêjim. Dema ez stranan dibêjim bêhna min firah dibe. Ji ber ku ez bi stranan dikarim êşa xwe vebêjim û gelek hestiyar dibim.  Dema diçûm zozanan ku min bêrîvanî dikir jî  min stran digotin. Jiyana min bi dengbêjiyê derbas bû.”   ‘Xwedî li çanda xwe derbikevin’   Şîrînê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çanda dengbêjiyê jî û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Dengbêjî ji bo min çandek dîrokî ya kurdan e. Di malbata min de tu kesî dengbêjî nedikir. Piştî hevjînê xwe min dest pê kir. Niha jî di nava malbatê de ji zarokên xwe re dibêjim. Lê dengbêjî di civaka me de xwedî cihek girînge. Ji ber ku em  bi dengbêjiyê tişta tê jiyîn û hatiye jiyîn tînin ziman. Bi tayebetî jî ji bo me jinan rewş wiha ye.  Ez ji dengbêjiyê gelek hez dikim. Dengbêjî kevneşopiyeke me ye û di çanda me de cihekî girîng digire. Lê xwedîderketina li vê kevneşopiyê roj bi roj kêm dibe. Bi taybetî jî ciwanên niha ji ber pêşketina teknolojiyê berê xwe nadin dengbêjiyê. Ji bo çanda me tune nebe em jin çi ji destê me bê divê em bikin û bi taybetî jî jin divê bikin. Em naxwazin çanda me tune bibe. Ji ber wê yekê divê em xwedî çanda xwe ya dengbêjiyê derbikevin.  Ciwanên me jî divê berê xwe bidin çanda xwe. Dapîr û dayikên me ev çand heta îro anîne û divê ku em jî biparêzin.”