Li Êlihê kongreya Komeleya Ziman a Mereto hat lidarxistin 2021-07-03 16:36:44   ÊLIH - 2'yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca bal kişand ser parastina ziman û got: "Heke em zimanê xwe biparêzin em ê ax, hebûn, yekîtî û çanda xwe jî biparêzin. Ji bo vê yekê li her cihê ku kurd lê ne divê bikin qada têkoşîna ji bo kurdî.”    2'yemîn Kongreya Asayî ya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mereto hat lidarxist. Kongre li eywana Konferansê ya Sendîkaya Petrol Îşê pêk hat. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê Feleknas Ûca û Necdet Îpekyuz, hevşaredarên Êlihê yên ku li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl beşdarî kongreyê bûn. Li eywanê pankarta "Ziman ji bo yekitiya netewê hebûna herî bi hêz e” hat daliqandin.    Parlamenter Feleknas Ûca di kongreyê de axivî û destnîşan kir ku îqtidara AKP’ê bi qetliam, girtin, koçberkirin û polîtîkayên pişaftinê bi ser Gelê Kurd ve tê û got: “Hikûmeta Tirkiyê êrişên giran li ser zimanê kurdî pêk tîne. Ji dîrokê heta îro êriş li ser zimanê kurdî hene. Lê gelê me bi axaftin û têkoşîna ziman bersiv van êrişan dide û digihîne bi milyonan kesan. Divê li her qada jiyanê bi kurdî were axaftin. Divê her kes bi kurdî rabe û rûnê. Bersiva herî mezin a li dijî asîmîlasyonê ew e ku em jiyana xwe veguherînin kurdî.”    Parlamenter anî ziman ku ziman ji bo yekîtiya kurd cihekê girîng digire û got: “Heke em zimanê xwe biparêzin em ê ax, hebûn, yekîtî û çanda xwe jî biparêzin. Ji bo vê yekê li her cihê ku kurd lê ne divê bikin qada têkoşîna ji bo kurdî.”    Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî jî anî ziman ku ji bo pêşxistina zimanê kurdî saziyên hatin vekirin, bi bêtehamuliya hikumetê re rûbirû man û hatin girtin û divê ew bi vê nêzîkatiyê nêzî zimanê kurdî bibin û li dijî pişaftinê rabin.    Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû jî destnîşan kir ku divê kurd li her qada jiyanê li dijî polîtîkaya pişaftinê rabin û ji bo zimanê xwe têbikoşin û her qadê veguherînin qada kurdî.    Piştî axaftinan bi yek lîsteyê kongre pêk hat û Elîf Kivircik û Mazlûm Buksel ji bo hevserokatiya komeleyê hatin bijartin.