Amadekariyên Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan didome 2021-06-28 10:25:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Fransa Parîsê di 3'yê tîrmehê de Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan pêk tê. Endamên Komîteya Amadekar banga tevlîbûnê kir.    Li paytexta Fransa Parîsê xebatên amadekariya 4’emîn Mîhrîcana Jinan a Fîdan Dogan (Rojbîn) a bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ku wê 3’yê tîrmehê bê lidarxistin, dewam dike. Mîhrîcana ku bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinanan; dem dema parastina jin û civaka azad e" wê li Parc Inderdepartemental a herêma Val de marne Parîsê pêk tê.   Mîhrîcana ku ji aliyê TJK-F ve tê organîzekirin îsal ji bo bîranîna endama Konseya Rêveber a KJK’ê Leyla Agirî (Filîz Aslan) ku hezîrana 2020’ê di encama êrîşê a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Herêma Federal a Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû, tê kirin.   Yelda Abbasî, Nûarîn, Meral Alkan, Lîstikên Gelê Tamîl, Kevana Zêrîn û tîmên govendê ya TEV-ÇAND’ê dê di mîhrîcanê de cih bigirin. Komîteya amadekariyê ragihand ku wê ji Strasboûrg û Parîsê tevlîbûna ji bo festîvalê pêk were, dîsa di serî de bang li hemû Gelê Kurd, dost û tevgerên femînîst kir ku tevlî mîhrîcanê bibin.