Pirtûka Medya Doz a bi navê 'Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min e' derket 2021-06-26 13:48:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka Medya Doz a bi navê ‘’Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min e’’ Pirtûk bi alîkariya Newaya Jin ji Weşanxaneya Meymanê derket.    Pirtûka Rojnameger û Nivîskar Medya Doz a bi navê ‘’Ülkemin Haritasıdır Yüzünün Çizgileri’’ (’Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min e) ku ji gelek aliyan ve rûdana li Geliyê Tiyarê ronî dike ji Weşanxaneya Meymanê derket. Pirtûk bi temamî xwe dispêrê ser rastiyên ku hatine jiyîn, behsa berxwedan, hevaltî û vînê dike.   Pirtûk her wiha weke belgeyeke dîrokî ye jî. Pirtûk destpêkê behsa çalakiya Çelê dike, ku têkoşerên Zagrosê Payiza 2011’an bi çarçoveya ‘Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek’’ dabûn destpêkirin.    Medya Doz di pirtûka xwe de bi berfirehî behsa çalakiya ‘Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek’’ dike, Medya Doz ku tam li naverasta vê pêvajoya giran bû hemû rûdanan vedibêje, ku jixwe ew jî di destpêka pirtûkê de dibêje, ‘’nivîsandin çalakiyek e’’.   Li beşên dîtir ên pirtûkê şopa ji pêşengên Tevgera Şoreşger a Şehîd Çîçek mayî yek bi yek tê vegotin. Ango ên dîrokê dinivîsin lehengên pêşeng in ku nivîskar ji wan re ‘’Zarên Zagrosê’’ dibêje.   Ji bo peydakirina pirtûkê navnîşanên ku mirov dikare têkiliyê pê re deyne:   E-mail: meyman2018@gmail.com   Twitter: @Wesanen_Meyman   TEL: 0031 65 79 13 039   Site: pirtukxane.net