Şahî ji bo nivîskar û rojnamegerên jin hat lidarxistin 2021-06-10 18:10:45     AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê bi armanca xwedîderketina li zimanê kurdî û keda jinê li Amedê şahî li dar xistin û plaket dan nivîskar û rojnamegerên jin.   Bi pêşengiya Rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER'ê li Amedê ji bo jinên nivîskar û rojnamegerên jin şahî hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remzîye Tosûn, gelek rojnameger û nivîskarên jin bi cilên xwe yên kurdî beşdarî şahiyê bûn. Berî şahî bê lidarxistin Hevseroka MED-DER'Ê Şîlan Elmas Kan û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray bi axaftinên xwe bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî û gotin divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê. Parlamentera HDP'Ê Remziye Tosûn jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya axaftina bi zimanê kurdî û da zanîn divê her kurd xwedî li zimanê kurdî derkevin.   Ji bo nivîskar û rojnamegerên jin plaket hat dayin   Piştî axaftinan plaket ji bo nivîskar û rojnamegerên jin hatin dayin. Jinên plaketên xwe girtin peyama yekîtiya ji bo zimanê kurdî dan.    Piştî dayina plaketan bi stranên kurdî jinan govend gerandin.