'Li dijî înkarkirina ziman xwedî li kampanyayê derkevin' 2021-04-16 09:01:29   Sema Caglak   AMED - Endama MED-DER'ê Mîne Karakaş bal kişand ser înkarkirina ziman û kampanyaya ziman û got: "Li dijî înkarkirina ziman divê jiyana rojane bibe kurdî. Her wiha li dijî polîtîkayên bişaftinê jî divê her kes xwedî li kampanyayê derkeve."    Pêla înkarkirin û bişaftina ziman her roj bi rêbazên cuda derdikeve pêşberî me. Rakirina tabeleyên bi kurdî yên li bajarên herêmê, ji holê rakirina xizmetên ku bi zimanê kurdî dihat dayîn, tunebûna perwerdeye bi zimanê kurdî, kêmbûna axaftina bi kurdî û hwd dibe sedem ku pêl bi pêk ziman ji jiyana rojane winda bibe.    Lê ligel astengî, bişaftin û polîtîkayên taybet ên li ser ziman xebatên cur bi cur jî tên kirin. Yek jî wan xebatan kampanyaya ku bi dirûşma “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî” û “Bila zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê” hatî destpêkirin e. Kampanya ji hêla Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ve bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, di 22'yê sibatê de de hat destpêkirin. Kampanya hem li kuçeyan û hem jî ser online tê meşandin. Têkildarî mijarê endama Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mîne Karakaş ji ajansa me re axivî.   'Ji bo hebûnê zimanê pêdiviyek sereke ye'   Mîne, diyar kir ku zext û bêtehemûliya li ser zimanê kurdî her ku diçe xwe bi bûyereke din ve nîşan dide û got: "Di vê pêvajoyê de gelek rûdanên ku nêzikatiyek li dijî zimanê kurdî ye pêk hatin. Mînak; daxwaza parastina bi zimanê zikmakî ku mafekî bingehîn e, di danişîna berdevka demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan de hat astengkirin. Her wiha li Farqînê tabelaya bi kurdî hat rakirin û zîhniyeta qeyûmê dîsa bi bêtehemûliya xwe ya li hemberî zimanê kurdî nîşan da. Ligel van hemû bûyeran jî gotinên Wezîrê Tirkiyeyê jî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li ser axa Tirkiyeyê gelek gelên cuda dijîn û ji bo hebûna van gelan mafê zimanê zikmakî pêdiviyek sereke ye."   'Nasnameya kurdan hedef tê girtin'   Mîne, anî ziman ku nasnameya kurd hedef tê girtin û wiha pêde çû: "Wezîrê perwerdehiyê şîroveyek wisa dike, dadgeh mafê parastina zimanê asteng dike û ev tişt helwesta pergala serdest nîşan dide. Li hemberê zimanê zikmakî polîtîkayeke takekesî tê bireve birin û bi vî awayî ji bo tunekirina zimanê kurdî hemû alav tên bikaranîn. Naxwazin Gelê Kurd bi zimanê xwe ya zikmakî biaxivin. Ev polîtîka ne tenê ji bo kurdan e ji bo hemû gelên ku li Tirkiyeyê dijîn e."   'Li dijî êrîşan piştgiriya kampanyayê divê'   Mîne destnîşan kir ku li hemberî zext û polîtîkayên li ser zimanê divê Gelê Kurd xwe bixe wek mertal û wiha bilêv kir: "Wekî ku em hertim dibêjin; ziman hebûn û nasnameya mirov e. Bi van zext û êrîşan dixwazin hebûna gelekê ji holê rakin. Ev polîtîkayên bişaftinê, qedexe kirin û asteng kirin hemû ji bo vê babetê rol dilîze. Lê tevî van yekan divê Gelê Kurd li hemberê van zext û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe bidin. Wekî tê zanîn bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de kampanyayek îlankirin û di 22'yê sibatê de dest bi kampanyayê kirin. Ev kampanya pir girîng e û divê xwedî derketinek pir mezin çêbe. Divê kurd bikaribin bêjin ez dixwazim bi zimanê xwe biaxivim û dixwazim bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînim. Her wiha divê bêjin ez dixwazim bi zimanê xwe bijîm. Bi vê helwestê jî divê hemû kes li dijî polîtîkaya tunekirina zimanê kurdî piştgiriyê bidin vê kampanyayê."   'Divê mal veguherin wek dibistanê'   Mîne, da zanîn ku divê mal bibin dibistan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez jî wek endama MED-DER’ê bang li hemû gel û sazî û dezgehên me dikim ku li dijî van êrîşan bila li kûçe û qadên din bi zimanê xwe biaxifin. Pêwist e ku hemû mal vegugerin wek dibistanê. Malên me dibistana yekemîn e. Di vê mijarê de rol û mîsyona malbatan gelek bi girîng e. Divê dê û bav wek mamosteyekê bên dîtin û bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Zimanê xwe bidin hîn kirin."