Dayika Aştiyê ya wêneyan xêz dike: Wênexêzî aramî ye 2021-04-15 09:01:58   Medya Uren   MÊRDÎN - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Selma Ozturk a bi hesreta xwendinê û xêzkirina wêneyan dijî, niha hemû xeyalên xwe zindî dike. Selmaya dest bi xwendinê kir û wêneyan xêz dike got:" Ji bo tiştekî ne dereng e divê em xeyalên xwe nekujin."   Ji aliyê malbatê ve destûra xwendina Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Selma Ozturk nehat dayîn û ji zarokatî de hat zewicandin.  Wê piştî ku zarokên xwe da xwendin di 49 saliya xwe de dest bi wênexêziyê û xwendinê kir. Selma xeyalên xwe anî cih û gelek berhemên wê hene. Selmayê di heman demê de bang li jinan kir û da zanîn ku divê xeyalên jinan bi zora civak û mêr nemirin.   Ji xeyalên Selmayê re dibin asteng   Selma Ozturk ji bo xwendina dibistanê gelekî têdikoşe. Lê ji ber ku di wê çaxê de digotin xwendina zarokên keç şerm e, destûra wê jî nehat dayîn. Ji zarokatiya xwe de wêneyan xêz dike. Vê carê ji ber ku nexwendibû biçûk dihat xistin. Ji ber vê sedemê jî ji dilê wê nedihat wêneyan jî xêz bike. Piştî ku di zarokatiya xwe de tê zewicandin jî daxwaza xwendinê tê kirin lê belê dîsa jê re dibin asteng.   'Me dev ji evîna xwe berneda'   Selmaya qala xeyalên xwe ji me re dike wiha dibêje: "Divê mirov xeyalên kesî nekuje û biçûk nebîne. Bi taybet jî bi zayendperestî nêzî wan kesan û xeyalên wan nebe. Mixabin wisa nêzî me bûn. Rexmê hezkirina me ya ji xwendinê re jî em tim hatin astengkirin. Lê me dev ji hêrsa xwe û evîna xwe berneda. Weke hemû evînên din."   'Ez bi lêkolînê hîn bûm'   Selmayê dibêje me dev ji xeyalên xwe berneda. Li dijî hemû tundî û zehmetiyan li ber xwe dide û tucar dev ji têkoşîna xwe bernade. Geh li dijî mêr geh jî li dijî sîstemê. Selma wiha berdewam dike: "Min zarokên xwe xwedî kir. Ez ji aliyekî jî ketim nava Dayikên Aştiyê. Min demeke vale ji xwe re nehişt. Piştî zarok mezin bûn jî min dest bi fêrbûna xwendinê kir. Piştre jî ez hefteyekê çûm qursa wênexêziyê. Ji ber şewba koronoyê qurs jî hatin girtin. Min vê carê li ser medyaya civakî lêkolîn kir û min wêne xêz kirin. Ez bi lêkolînê wênexêziyê hîn bûm."   'Bila jin şanseke din jî bide xeyalên xwe'   Selmayê wiha berdewan kir: "Dema ez diçûm qursê malbatê bi awayekî ecêb ev yek pêşwazî dikirin. Digotin di vî temenî de tu çi dikî? Ger xeyalên mirovan ên nîvcomayî hebin tiştekî em şerm bikin û paşve biçin tune ye. Yên ku ji me re bûne asteng bila şerm bikin. Ger ku ez îro jî bikaribim xeyalên xwe bi ser bixim ev serkeftin e. Niha jî bi boyaxa dohn wêne xêz dikim ango nexşên cuda cuda çêdikim. Divê her jin ji bo xeyalên xwe şanseke din jî bide. Ger asteng hebe hêrsa jinê jî heye û jin zîrek e. Dikare bi ser bikeve."   'Wênexêzî aramî ye'   Selmayê herî dawî bi lêv kir wênexêzî ji bo wê aramî ye û wiha got: "Dema ez xêz dikim hemû aciziyên min jiyane ji bîr dikim. Ev ji min re weke derûnas e. Ez pê şa dibim, digihêjim aramiyê. Bi taybet jî xweza, çûk û perperîkan çêdikim. Herî zêde jî Şahmaran. Kurd evîndarê xwezayê ye. Bawer im hezkirina min jî ew e. Ez ji hezkirina xwe xêz dikim. Hêvîdar im hemû jin jî vê cesaretê nîşan bidin."