Hunera telkariyê ya bi destên jinê tê parastin 2021-04-10 09:01:34     Medya Uren   MÊRDÎN - Munever Akbulut a bi hunera telkariyê mijûl dibe da zanîn divê bi hev re hunera telkariyê bê parastin û wiha got:"Hunera telkariyê ji çanda suryaniyan tê û bi sedsalan e tê parastin. Bi mijûlbûna hunera telkariyê çandekê diparêzim. Weke hevparê vê xakê ev karê me tevan e."                 Mezopotamya kanzaya huner û afirandinê ye. Çiqas şer û bişaftên li ser xaka bûye landika şaristaniyê hatibe meşandin jî heta niha di warê hunerê de dîsa jî pêşengtiyê dike. Yek ji hunerên li ser vê axê tevî polîtîkayên bişaftin û qirkinê dîsa li ser piyan maye hunera telkariyê ye. Hunera telkariyê çandeke kevnar a Suryaniyên li ser axa Mezopotamyayê ne. Bi sedsalan e Suryanî hostatiya vî karî dikin. Ji zîv guhar, bazin, tac, gerdenî, xirxal, xizêm  û wekî din gelek berhemên din tên çêdikin. Me li navenda vê hunerê li navçeya Mîdyada Mêrdînê hinek çavdêrî kir.   Niha li Mîdyadê bi hejmareke kêm hostayên vê karî mane. Em li navçeya Mîdyadê li atolye û firoştgehên hunera telkariyê lê tên kirin geriyan. Gelek kes bi navê "Telkarî û çift" vî karî bi nav dikin. Yek jî pisporê vî karî Munever Akbulut e. Munever a demek dirêj e bi vî karî re mijûl dibe ev 2 sal in jî atolye vekiriye.   'Divê em çanda xwe biparêzin'   Muneverê bal kişand ser girîngiya hunera telkariyê û wiha got:"Ev karekî qedîm ê vir e. Ango bi sedsalan e ji aliyê Suryaniyan ve tê parestin. Ez kurmanc im, li gorî min divê em weke hevparên vê xakê çanda hev biparêzin. Ev berpirsyariya me tevan e. Bi taybet jî ciwan. Ez jî weke jineke ciwan bi karî bi hezkirin didim meşandin. Heta niha jî weke pisporekê karê xwe dikim."   Dema mirov dikeve firoşgehê guhar, bazin, gerdenî û gelek cureyên din balê dikşînin û çavên mirov jê nabin. Keda destan bi efsûnekê tê nîşandan. Em daketin atolyeya bin firoşgehê û me dît di makîneyan de zîv çawa tê şewitandin û çawa bi teşe dibe. Her wiha me bi hunera Muneverê dît ku tac çawa tê çêkirin. Muneverê dema tac çêdikir da zanîn sebir û kedeke mezin ji bo vî karî lazim e.    'Em xwe digihînin her kesî'   Muneverê da zanîn ku ew hewil dide xwe bigihîne hemû kesî û wiha domand:"Ji ber nexşên zirav û biçûk jî karê me sebir û kedê dixwaze. Nexş çiqas zirav û biçûk be xweşiktir dibe.   Em li vir dinexişînin û di firoştgehan de difiroşin. Bi taybet jî li ser hesabên medyaya civakî em firotinê dikin. Ji bo ku em xwe bigihînin her kesî em tora medyayê jî bi kar tînin. Em li gor daxwaza mirovan jî nexş û teşeyên alavên em ji zîv çêdikin diyar dikin."   'Jin dikarin di her karî de bi ser bikevin'   Muneverê herî dawî wiha got:"Em weke jin bi her awayî dikarin li ser lingan rawestin. Em dikarin her cure karî bi ser bixin. Li gorî min a herî xweş jî jin dikin. Min bi keda xwe firoşgeha xwe ava kir. Ev ji bo min serfirazî ye. Hemû jinên ciwan dikarin vê yekê bikin. Di heman demê de ji kesên ku bixwazin xwe bigihînin me jî em ê kêfxweş bibin."