Newaya Jin 16 saliya xwe bi hejmara nû pêşwazî kir 2021-04-01 10:32:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya mehane Newaya Jin ku li ewropayê tê weşandin 16 saliya xwe pîroz dike. Rojname di hejmara xwe ya193'emîn de bi manşeta "Divê civaka navnetweyî bikeve tevgerê!" derket pêşberî nerên xwe.    Rojnameya Newaya Jin a ji Mehê carekê dertê di hejmara xwe ya nû de balê dikişîne ser 4'ê Nîsanê, rastiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîdê. Herwiha rojname ji 8'ê Adarê heta Newrozê berxwedana azadiyê ya jinan vedibêje.   Di hejmara dawî de hevpeyvîna bi Sekretera Navneteweyî ya Sendîkaya Unite Union û yek ji rêveberên çalak ên Kampanya 'Azadî ji Ocalan re' Clare Baker, nivîsa Zîlan Narîn a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jidayikbûna xwe veguheriye bûyîna civakekê û nirxandinên dayika Ocalan Uweyş ên li ser Ocalan cih digirin.   Sîmten Coşar li ser têkoşîna mafên jinan, 8'ê Adarê û berxwedana jinê ya geş dibe, ji rojnameyê re nivîsî.   Rojnameyê têkildarî heman mijarê bi kurdî cih da gotarên Necîbe Qeredaxî û Gulistan Îke.   Li beşa biyografiyê jî rojnameyê cih da nivîskara femînîst a Misrî Nawal El Aaadawî ku beriya çend rojan koça dawî kiribû.   4'ê Nîsanê di heman demê de roja avabûna Newaya Jinê ye ku 16 sal li pey xwe hişt. Bi vê wesîleyê rojnameyê cih da nêrîn, pêşniyar û rexneyên xwendevanên Newaya Jin ên ji Swîsre, Îngilistan, Awûstûrya, Belçîka, Elmanya û Hollandayê.