'Dê şano hertim bi germahiya xwe hêzê bide civakê' 2021-03-27 09:03:31     Sema Çaglak    AMED - Şanogerên jin, Roja Şanoyê ya Cîhanê li hemû şanogeran pîroz kirin û gotin: “Bi saya têkoşîna şanogeran gelek tişt di qada şanoyê de guherin û niha di nava civakê de jî xwedîderketinek mezin heye."    Roja Şanoyê ya Cîhanê, ji aliyê Yekîtiya Şanoyên Netewî (ITI) ve ji sala 1961’ê ve her sal di 27’ê Adarê de tê pîrozkirin. Di vê rojê de xebatkarekî şanoyê belavokeke navnetewî dinivîsîne û ev belavok ji bo gelek zimanan tê wergerandin. Cara pêşiyê belavok ji hêla Jean Cocteau, nivîskarê fransî ve hatiye nivîsandin. Her sal di vê rojê de belavokek ji aliyê derhêner an şanogerekî/ê ve tê nivîsandin û wisa didome.   Hem pirsgirêkên aborî hem jî zextên li ser ziman   Lîstikvana şanoyê Perînaz Delazî ya ku li Wanê di Şanoya Mencelê de bi kurdî şanogeriyê dike diyar kir ku îsal ji ber şert û mercên pandemiyê qada şanoyê zêde bi aktîv derbas nebû û wiha axivî: “Mixabin îsal di qada şanoyê de hinek bêdengî heye û kelecanek wisa mezin tune ye. Ji ber polîtîkayên an jî bê polîtîkayên hikûmetê, sazî û dezgehên ku li ser çand û hunerê dixebitin, piçekî zehmetî dikşînin. Ji ber ku aliyê me de piştgiriyek an jî alikariyek nîne.  Ango wek qanûnek nîne loma herî zêde pirsgirêkên aborî derdikeve pêşberê me. Lewra divê em jî wek saziyên din li ser piyên xwe bisekinîn. Em jî wek şanogerên kurd hem bi pirsgirêkên aborî hem jî ji ber ku em şanoyek bi zimanê kurdî dikin zextên li ser zimanê ve rûbirû tên. Helbet ne wek berê ye lê dîsa jî ew zexta li ser ziman û kurdan hê jî xwe di her qadê de nîşan dide.”   ‘Ji bo zarokan jî divê xebat bên kirin'    Perînaz destnîşan kir ku eleqeya temaşevanan baş e her tim hêviya wan heye û wiha bi lêv kir: “Lê li gorî min divê şanoyeke zarokan jî hebe. Herî zêde ji bo mezinan şano heye, lê divê girîngiyê bidin şanoya zarokan jî. Ji bo ku em şanoya kurdî bigihînin nifşên nû divê em niha de bingeha vê ava bikin. Herî dawî jî ez 27’ê Adarê roja Şanogeran a Cîhanê li hemû şanogeran pîroz dikim û hêvî dikim ku em ê şanoyê bigihînin her qadê.”   ‘Li hemberê şanoyê ji hêla civakê parastinek pêk hatiye’   Listîkvana Şanoya Bajêr a Amedê, Şahperî Alphan jî di destpêka axaftina xwe de 27’ê Adarê Roja Şanogeran a Cîhanê pîroz kir û wiha axivî: “Gelek roj hene ku tên pîrozkirin. 27’ê Adarê jî ji hêla şanogeran ve tê pîrozkirin. Wek demên berê, di hêla hunerê de wek nêzîkatiyek wek karekê pîroz nayê dîtin. Ew nerîn niha pir hatiye guhertin. Niha nerîna civakê ya li hemberê şanogeran û şanoyê êdî nerm bûye, têkiliya wan êdî germ bûye. Berê de nêzikatiyek hişk hebû li hember şanoyê. Ew jî tê wateya ku li hemberê vê têkoşînek hatiye dayin. Ev jî berhemên wê têkoşîn û berxwedanê ye. Bi vî awayî li hemberê şanoyê ji hêla civakê parastinek pêk hatiye.”   ‘Roja Şanogeran a Cîhanê pîroz be’   Şahperî destnîşan kir ku şano rastiya civaka xwe tîne ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim şano tiştên ku bi hêstên mirovan tê kirin e. Ango şano rastiya mirovê ye. Ez 27’ê Adarê ji hemû şanogeran pîroz dikim û serkeftinê ji bo me û ji bo hemû şanogeran dixwazim. Ez bawerim ku şano hertim bi germ bûn û nerm bûna xwe hêz bide civakê û bi wê têkiliyê şanoger hertim li civakê bibin.”