Strana Newroza 2021'ê diyar bû: Dîsa li Newroza 2021-03-12 13:32:05   AMED - Wê îsal Newroz bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin" bê pîrozkirin. Neworoza 2021'ê ku li bendê ye bi coş bê pîrozkirin strana wê jî dyar bû.    Bernameya Newroza îsal, li Amedê hat parvekirin. Ji bo Newroza ku wê bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser kevin" li 30 bajar û 61 navçeyan bê pîrozkirin, danasîna strana ku ji bo Newrozê hatiye gotin û klîba wê jî hat çêkirin. Gotinên stranê yên Mihemedê Pirosî ne. Hunermend Dîlan Yîgît, Jiyan Savci, Cejna Sarûhan, Kadîr Çat, Ûmût Botan, Mûrat Bakrak, Devrîm Ozluk, Mêrxas Viyan û Merve Admîş distrên.    Gotinên strana "Dîsa li Newroza" wiha ye:   "Bipirsin ji dilê dîrokê Ji demsalan ji şev û rokê Ji hespê xwîn giha çokê Da rastiyê danê ser kokê   Newroz neyara tariyê ye Tîra ser singa şevê ye Bo zalim hesta revê ye Soza li ser eniyê ye   Sed caran mizgînî, dîsa ducanî ye xweza Nifşê Rustemê Mezin li vê axê nû za Bi şîrê xwe mêjand Hurema maka Zagrosa Vînek ji agir gur bû dîsa li Newroza   Hatin Kawayê her demê Pêlek ji bayê serdemê Weke Sûr û Dimdimê Ketin govend û semê   Zivirî ew çerxa felek Wek hezar salan carek Dem dema ceng û tolek Kurd li dor Rojê bûn xelek   Sed caran mizgînî, dîsa ducanî ye xweza Nifşê Rustemê Mezin li vê axê nû za Bi şîrê xwe mêjand Hurema maka Zagrosa Vînek ji agir gur bû dîsa li Newroza"