Kovara Jîneolojiyê 5 salî ye:Heqîqetê bi xweserbûnê re tîne gel hev 2021-03-08 09:03:44   AMED - Kovara Jîneolojiyê ya bi armanca ji krîzên civakî re bibe bersiv derket rê, 6 salî ye. Endama Lijneya Weşana Kovarê Aycan Dîrîl wiha got: “Em xebatên xwe yên zanînê bi jîneolojiyê re ji nûve digirin dest. Wek qadên estetîk, aborî, ekolojî, demografî, polîtîka, perwerde, dîrok û tenduristiyê, bi nêrîna jîneolojîk li krîzên civakî re dibin bersiv.”   Kovara Jîneolojiyê 5 sal berê bi dirûşma ‘zanista li dora jinê pêş dikeve, pêngaveke rast a avêtiye civaknasiyê ye’ dest bi weşanê kir. di 8’ê Adara 2016’an de Jîneolojî û krîza zanistên civakî girt dest û dest bi weşanê kir. Jîneolojî ku bi eleqeyek mezin tê şopandin mijarên hevjiyana azad, etîk estetîk, nêrîna li xwezaya jinê digire dest.   Endama Lijneya Weşana Jîneolojiyê Aycan Dîrîl, daxuyakirin ku Jîneolojiyê ji dîroka têkoşîna jinê û mîrateya berxwedana jinê hêz girtiye û li gor esas heqîqeta jinê bi îdiaya ku zanistê ava bike derketiye holê. Aycanê wiha got: “ Kovar bi armanca kodên serdest yên mêr îfşa bike û zanînek nû ava bike derketiye holê. Em dibêjin ku azadiya jiyanê bi azadiya jinê pêkane. Ji ber vê heqîqeta jinê çiye? Divê mirov çawa nêzî dîroka jinê bibin?Em ji bo ferasteke zanînê ya xwe dispê re jinê derxînin holê, hewl didin. Kovara Jîneolojiyê di enama hewcedariyeke, avakirina azadiya jinê, bi nêrîna jinê li civakê nêrîn derketiye holê.”   ‘Bi armanca bibe bersiva krîzên civakî derketiye holê’   Aycanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku kovar bi heza ku ji tevgerên berxwedana jinê girtine û ji bo ji krîzên civakî re bibe bersiv, derketiye rê û got: “Em li dijî pegala ku jinê qetil dike, ekolojiyê wêran dike, bi armanca avakirina jiyaneke azadîxwaz a jinê tevdigerin. Dema em vê dikin jî em dakevin kûrahiyên dîrkî, derdikevin rêwitiya heqîqeta xwe û ji bo ev talan û krîz, ev pisgirêkên jiyanî bên çareserkirin, bi jinan re hewl didin. Ev 5 sale em zanînan, esasên civaknasî, alternatîfan hildiberînin û bi vê kovarê digihînin jinên cîhanê. Bêguman xebat û pratîkên têkoşînê jî di vê rê de mijara gotinê ne.”   Aycanê bi lêv kir ku ji koka gotinê ya Jîneolojiyê derketin, yanî zanista jinê di esasê de zanista jiyanê ye û got derxistina holê ya heqîqeta jinê, derxistina heqîqeta jiyanê ye û got ew rêwistiyeke aydê heqîqet û xweserbûna xwe didin destpêkirin. Nîqaşên jiyana alternatîf tên meşandin Aycanê di berdewamiyê de daxuyakirin ku îro pergala serdestiya mêr ya kapîtalîst bandor li ser hemû aliyên civakê kirine û got mijara civakî û sosyolojîk bi nêrîna Jîneolojiyê digirin dest û got nîqaşên jiyana alternatîf tên meşandin , gotina xwe bi hev re hildiberînin.”   Aycanê wiha berdewam kir: “Ji xwendekarên me hem piştgirî û hem jî rexne tên. Kovara me tenê bi nîqaşên jinan bi yên hemû xwendevanan pêş dikeve. Ev ji bo me gelek bi nirxe. 5 sal berê di 8’ê Adarê de kovara me dest bi weşanê kir. Em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin.”