Ma Muzîk 4’emîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir 2021-03-04 19:45:56   AMED - Akademiya Ma Muzîk bi minasebeta salvegera xwe ya 4'emîn li ser hesabên xwe yên medyaya civakî konserek da. Konser bi coşeke mezin pêk hat.   Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşopiya kurdî mohra xwe li bin xebatên serkeftî xist. Akademiya ku ev 4 sal in cûr bi cûr proje û xebatên muzîkê li dar dixe ji bo minasebeta salvegera xwe ya 4’emîn di hesabên xwe yên medyaya civakî de konserek da.   Beriya destpêka konserê de mamosteyê Ma Muzîkê Sarya Ertaş axaftinek kir. Sarya got ji ber rewşa pandemiyê wan nekarîn konsera rûbirû bidin û salvegera Ma Muzîkê li hemû kesên muzîkhezan re pîroz kir.   Piştî axaftina Sarya mamosteyên Ma Muzîkê di dîwanê de bi stranên xwe şev xemilandin.   Dawiyê de Koordînatorê Ma Musîkê Şêrko Kanîwar jî axivî salvegera Ma Muzîkê li hemû kesan pîroz kir. Şêrko, got: "Me çawa di destpêka avakirina Ma Muzîkê de gotibû ‘em ê  vê welatê bê mûzik nehêlin’ ev çar sal in em di soza xwe de man û zarokên vê welatê bê mûzik nehişt."