Ma Muzîk ji bo salvegera xwe ya 4’emîn dê konserê bide 2021-03-04 11:18:24     AMED - Akademiya Ma Muzîkê bi minasebeta salvegera xwe ya 4’emîn ew ê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî konserek bide.   Akademiya Ma Muzîkê ku li Amedê piştî Konservatuara Aram Tîgranê ya bi dirûşma "Ji bo her kesî muzik, li her derê muzîk" di sala 2017’an de dest bi xebatên xwe kir, xwedî taybetmendiya ku perwerdeya muzîkê bi zimanê kurdî dide. Akademiya ku ev 4 sal in cûr bi cûr proje û xebatên muzîkê li dar dixe ji bo minasebeta salvegera xwe ya 4’emîn di hesabên xwe yên medyaya civakî ew ê konserek bide.   Akademiya Ma Mûzîkê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ev peyamê parve kirin: “4 sal derbas bûn. Em ‘ma’ n û em ê hertim bimînin! Pîroz be 4'emîn salvegera Ma Musicê. 4’ê Adarê 2021 saet 18:00’an de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, bi weşana zindî em ê bi Dîwana xwe ya Muzîkê bibin mêvanê malên xwe.”