Li Mexmûrê pêşangeha berhemên kurdewarî 2021-03-03 14:55:57     MEXMÛR - Îro li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya 8’ê Adarê û bi pêşengiya Meclîsa Îştar û TJCM pêşengehek ya berhemên kurdewarî hat vekirin. Di  pêşengehê de jinan bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan.    Îro li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 8’ê Adarê û bi pêşengiya Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) pêşengehek  ya berhemên kurdewarî li salona konferansê bi dirûşma "Em jin xwe rêxistin bikin, bi Rêbertî re azad bijîn" hat vekirin.    Di pêşangehê de dayik û jinên ciwan berhemên xwe yên kurdewarî weke xwarinên herêmî, destar, teşî, dezbiling, wêneyên bi dest hatîn çêkirin nîşandan. Her wiha jinên ciwan jî bi tabloyên xwe ve beşdarî pêşengehê bûn. Weke din Koma Şehîd Delîla ya Weqfa Jin a Wargeha Mexmûrê jî bi stranên xwe beşdarî pêşengehê bûn.   Di pêşangehê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn, li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û endama Koordînasyona Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Kişwar Şerîf Fetah axivî.    'Dijmin ji rêxistinbûna jinan ditirse'   Nuran, di pêşangehê de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan û got: "Di serî de em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo pîroz dikin. Armanca me ji vê pêşengehê ew e ku em çanda xwe ya kurdewarî bidin pêş. Em di vê baweriyê de ne ku dema jin xwe birêxistin bikin û bibin yek dê hemû kar û xebatê xwe de serkeftî bibin. Ji ber vê yekê dijmin her tim ji rêxistinbûna jinan ditirse. Li ser vê esasê hatina jinan li gelhev nîşaneya serfirazî û pîrozbûnê ye. Ji bo vê yekê dijmin bi hemû hewldanên xwe êrişî jinan dike. Dubare em weke jinên wargehê vê roja pîroz diyarî Rêber Apo û hemu şehîdên şoreşê dikin. Pêwîste em weke jin herî zêde xwedî li azadiya Rêber Apo derkevin."   'Dem dema azadiyê ye'   Neam jî da zanîn ku divê berxwedana ku tê dayîn bê mezinkirin û wiha axivî: “Di serî de ez 8’ê Adarê li Rêber Apo û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Hemû şehîdên şoreşê bi minnetdarî bîrtînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ewqas hatina jinan yê gel hev rojekê pir pîroze û em bi vê yekê jî pir kêfxweş in. Em jî weke jinên Şengalê di nava vê hewldanê de ku xwe bi hêz bikin û berxwedana xwe mezintir bikin. Şengal niha ji bo azadiya Rêber Apo li ser lingane û em jî weke Gelê Kurd dibêjin serkeftin ya meye. Her mirovekê bi rumet wê bigihîje serkeftinê û dem dema azadiyê ye."   'Em ê bighêjin azadiyê'   Kişwar Şerîf Fetah di destpêka axaftina xwe de wê rojê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev kombûna me jinan ji bo me coşek û heyecanekê mezin e. Em di vê baweriyê de em ê bigihîjin azadiyê û dubare serkeftinê ji we re dixwezim û roja 8’ê Adarê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz be.”    Pêşengeh bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” , “ Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.