Li Mexmûrê ji bo zarokan perwerdeya şanoyê hat dayin 2021-02-27 10:27:33   MEXMUR - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) perwerdeya şanoyê ji bo zarokan hefteyekê de hat dayîn.   Di nava ambargo û dorpêçê de jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) perwerdeya şanoyê ji aliyê saziya çand û hunerê ya Wargeha Mexmûrê ve ji bo 50 zarokan hat dayîn.  Zarokên perwerde dîtin jî hunera xwe pêşkeş kirin. Zarokên ku lîstikên di perwerdeyê hîn bûn lîstin eleqeyeke mezin dîtin. Coş û kelecana zarokan ji rûyê wan dihat dîtin.