'Ji bo danasîna wêjeyê Komxebata Helbesta Kurdî girîng e' 2021-02-24 09:01:37     AMED - Têkildarî Komxebeta Helbesta Kurdî ya wê di çarçoveya helbest û wêjeyê de bê kirin Helbestkar Nûrcan Delîl wiha got:"Komxebata Helbesta Kurdî ya ew ê bi kurmancî, dimilkî û soranî bê kirin babetên her cureyên helbestê esas digire. Her kesên ji xwe re bibêjin ‘em dildarên helbesta kurdî ne’ û beşdarnameyê dagirin û bigihînin me dikarin tevlî vê xebatê bibin."   Yek ji qadeke wêjeyê ya girîng helbest e û bingeha wêjeya kurdî diafirîne. Xebatên ku di hêla wêjeya kurdî de tê kirin, ji bo zindîkirina wêjeya kurdî xwedî roleke girîng e. Yek ji xebatên ku ew ê xizmetê ji wêjeya kurdî bike “Komxebeta Helbesta Kurdî” ya ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstutiya Kurdi ya li Stockholmê û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê tê organîzekirin e. Ev xebat ew ê bi rêya onlineyê bi zaravayên Kurdî kurmancî, dimilkî û soranî bê lidarxistin. Têkîldarî mijarê Helbestkar Nûrcan Delîl axivî.   'Armanca me danasîna kûrahiya wêjeyê ye'   Nûrcanê diyar kir ku ew danasîna kûrahiya wêjeya kurdî armanc dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kurd û Herêmên Kurd ji aliyê dîroka çand û edebîyatê ve qul bi qul  xwedî mîrateyeke dewlemend in. Divê kurd xwedî li vê mirateya xwe bi xwendin bi nivis û bi lêkolinê dîroka xwe, çanda xwe ji nû ve zindî bike. Em di heman demê de jî şopên vê mîrasê di gelek qadan de dibînin ku di wêjeya kurdî de beşa herî girîng yek jê helbest e. Li gor gelek kesî li serê erdê destpêka wêjeyê bi helbestê bûye; ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e. Di pêşketina ziman de helbest xwedî roleke girîng e. Di helbestê de peyv dikare bi çend wateyan were fêmkirin. Bi vê yekê her xwendevan û guhdar li gor xwe ji helbestê maneyan hildigire, hestgerm dibe, ango helbestê di xeyalê xwe de dineqişîne û ji nû ve watedar dike. Hewldan û rêwitiya ber bi ruh û giyanî ye. Têgihîştin, nasîn û duristkirina têkiliya di navbera “heyîn” û “hebûn” ê de ye. Ew, hêlên me yên herî mirovahiyê dipelîne û hebûna me ya li pê dinyayê watedartir dike. Bi saya wê em xwe û derûniya xwe dinasin û di atmosfereke aram da dijîn. Helbest, ew tiştê ku em dihizirin, lê em nikarin bêjin. Ew cihê sitarê ye, me ji xir û cira dinyayê, kul û belayan diparêze. Dengê bêdengiya me, bendergeha neçariya me ye.”   'Ji bo danasîna wêjeyê Komxebata Helbesta Kurdî girîng e'   Nûrcanê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser komxebata wan a ku di çarçoveya helbest û wêjeyê de wê li dar bixin. Nûrcanê wiha got: "Beşdarî vê komxebata me bibin û em bi hev ra li ser helbest û helbestkariyê rawestin, bîra xwe ya li ser helbestê û helbestkarên me yî pêşengti ji me ra kirine wan vejîne bikole û her tim zindî bihêle. Kargeha helbestê babetên her cureyên helbestê esas digire.  Komxebata Helbesta Kurdî ew ê Komeleya Wêjekarên Kurd û Enstûtiya Kurdi ya li Stockholmê pêşengiya wê bike û ew ê bionlineyê bê kirin. Dê bi zaravayên Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî)  be. Her kesên ji xwe re bibêjin ‘em dildarên helbesta kurdî ne’ û beşdarnameyê dagirin û bigihînin me dikarin tevlî vê xebatê bibin. Ji bo danasîna wêjeyê Komxebata Helbesta Kurdî girîng e."   'Heta 24’ê Sibatê qeydên komxebatê berdewam e'   Nûrcanê anî ziman ku Komxebata Helbesta Kurdî ji hefteyê carekê di roja pêncşemê de li ser tora civakî wê bimeşe û wiha axivî: "Komxebata Helbesta Kurdî beşdariya domdar û biîstîkrar dixwaze. Komxebata Helbesta Kurdî ew ê ji hefteyê carekê, roja pêncşeman li gor saeta Amedê saet di navbera 20.00 û 22.00'yan de be. Komxebata Helbesta Kurdî ew ê 8 hefteyan dewam bike. Kesên ku beşdar bibin divê xwe li gorî vê demê amade bikin. Komxebata Helbesta Kurdî ew ê her hefteyê ji aliyê pisporên mijarê ve bê vegotin. Her hefteyê ji bo vegotina mijarê ew ê yek jin yek jî mêr ji aliyê du kesan ve bê vegotin.  Ew ê ji aliyê koordînatorên komxebatê ve mijar berê bêne diyarkirin û bên ragihandin da ku amadehî li ser bê kirin. Di encama vê komxebatê da ew ê li ser torê (online) sertifikaya beşdariyê jî ji bo beşdarên komxebatê bê amadekirin û bê dayîn. Em hêvîdar in ku beşdarên komxebatê bi baldarî li ser mijaran rawestin û çavkanî û pirtûkên bi mijaran ve girêdayî bixwînin.  Heta 24' ê Sibata 2021'an ew ê ji bo komxebatê qeyd bêne girtin. Piştî 24'ê Sibatê ew ê qeydên komxebatê bê girtin."