Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê derket 2021-02-22 15:43:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama xebata Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê de Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê di 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê de hat çapkirin. 13 çîrokên jinên nivîskar jî di nava antolojiyê de cihên xwe digirin.    Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê çap kir. Antolojiya ku ji 50 çîrokî pêk tê li ser bîranîna doza 49'an hat çapkirin. Ev antolojî di 14'ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê de hat çapkirin.    Çîrokên 13 jinî di nava antolojiyê de cihên xwe digirin   Di Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de 13 çîrokên jinan ên mijarên cuda yên bi xwe nivîsandine jî hene.    Jinên nivîskar ên çîrokên wan di Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de cihên xwe digirin û navên çîrokên wan wiha ne:"Aynûr Gonul, (Êşên Mirov), Birgul Ozgul (Narînê), Derya Avşar (Ji Guhan re Guhan), Eslîxan Yildirim (Alîk û Fatik), Fatêxan Taşli Tunç (Birayê Kal), Gulgeş Deryaspî (Ez ji Cinsê Şîranînan im), Meral Şîmşek (Derziyê Devgirtî), Nûrcan Delîl (Gula Sor), Roza Metîna (Xelata Serfiraziyên Mezin), Selda Kaya (Meryem), Sultan Yaray (Siyaseta Seyda), Zozan Gulan (Stara Cemîla), Zozan Sarica (Evîn Hêvî ye).    Hevserokên Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Leyla Yarar û Eyup Guven diyar kirin ku ew vê xebata kirine ji bo pêşketin û arşîva çîroka kurdî gelekî girîng û pîroz dibînin. Her wiha anîn ziman ku ew ê li ser xebata ji bo antolojiya helbestên kurdî jî bisekinin.