‘21’ê Sibatê ji bo bidestxistina mafê ziman roja berxwedanê ye’ 2021-02-20 09:01:51   Sema Çaglak   AMED - Cevahîr Sadak ku di rêveberiya Tora Ziman û Çanda Kurdî de cih digire bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û got: “Divê zarok li ser koka xwe mezin bibin û hêza xwe ji koka xwe bigirin. Ji bo vê jî hinbûna zimanê dayikê hewceye.”   21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî; Saziya Perwerdehî, Çand û Zanistê (UNESCO) ve wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat îlankirin. Di 21’ê Sibatê ya sala 1950’yan de ji ber ku Pakîstan li ser axa Bengaliyan zimanê Bengala qedexe kiribû, xwendekarên zanîngeha ev rewş şermezar kirin. Li hemberî vê şermezar kirinê polîsên Pakîstanê êrîşê xwendekaran dike û di encama bûyeran de gelek xwendekar jiyana xwe ji dest dide. UNESCO, ji bo bîranîna van kesên ku di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dide û ji bo ku li tu welata bûyerên bi vê şêwazê êdî neqewime ev dîrok kir rojeke gerdûnî û ev roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê diyar kir. Ji salên 1950’an û vir de bi awayekî bandor têkoşîna mafê ziman tê meşandin û li gorî salên berê gelek ziman bi awayekî zimanê fermî hatine nas kirin û di bikaranîna zimanan de gelek astengî ji holê hatiye rakirin.   Ev 21 sal in ev roj li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin. Li Tirkiyeyê bi damezrandina Komarê û vir de ji bilî zimanê Tirkî li ser gelek zimanê cihê/cûda bi awayekî plan polîtikayên înkar û bişaftinê hat meşandin.  Li Tirkiyeyê zimanên wekî kurdî, çerkezî, lazî, pomak, suryanî bi tevahî 18 ziman tên axaftin. Lê tenê tirkî esas tê girtin û zimanê fermî yê dewletê ye. Ji ber vê zimanên din jî bi êrîş û polîtîkayên bişaftinê re rûbirû dimînin.   Cevahîr Sadak, di rêveberiya Tora Ziman û Çanda Kurdî de cih digire têkîldarî “21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” ji ajansa me re axivî.   ‘21’ê Sibatê rojekê berxwedanê ye’   Cevahîr diyar kir ku 21’ê Sibatê ji bo bidestxistina mafê perwerdehiya zimanê zikmakî rojekê wek berxwedanê ye û got: “Tora Ziman û Çanda Kurdî û Komeleya Zarokan raporek amade kiribû.  Rapor li ser perwerdehiya zarokan e. Mixabin Tirkiyê li ser peymana mafên zarokan de 3-4 xal şerh daniye û îmze nekiriye. Ew şerh jî mafên perwerdehiya zarokan e.  Vê dere em dibînin ku girîngiya mafên zarokan ne di nav malê de, di perwerdehiyê de dest pê dike. Ji ber ku asoyê zarok, jiyana zarok ji wê dest pê dike. Wextê ku ji zimanê dûr ketin çêbû, ango perwerdeyî ne bi zimanê dayikê be, qûtbûyîna zarokê ya ji zimanê dayikê dest pê dike. Ji ber vê jî bal kişandina vê yekê, pêwîstiya mafê perwerdehiyê ye. 21’ê Sibatê de wek hewildanek û xwestekek ku ev maf were ziman em dixwazin ev mijarê têxin rojeva cîhanê. Divê ev xal jî bên îmze kirin. Ji bo ku zarok ji mafên xwe yên perwerdehiyê bêpar neminin.”   ‘Bê statûbûyîna kurdan ziman û çanda kurdan bê maf dihêle’   Cevahîr destnîşan kir ku di hêla ziman û çanda kurdî de meseleya herî girîng bê statubûyîn e û wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê di peymanên aliyê zimanê de tenê meseleya kêmaniyan ji bo perwerdehiya zimanê tê qebûlkirin. Ew jî pênasekirina kêmaniyan li ser mesela olî tê esas girtin. Lê bes dîsa mijar li vê dere tê li ser bê satatû bûyîna kurdan. Niha em gelek in ku li ser axekî dijîn. Nifûsa me jî têra xwe heye, lê ew bê statûbûyîn, ziman û çanda me bê maf dihêle. Ji ber vê jî mafê perwerdehiya me ya ji bo zimanê zikmakî tune. Tenê piştî gelek kedan hin deskeftî hatin bidest xistin. Mînak dersên bijarte hatiye dayîn. Lê ew dersên bijarte ne bersîva xwesteka mafê perwerdehiyê ye. Perwerdehî divê bi her awayî ve zimanê kurdî be. Ne wekî kesek ku bixwaze zimanek biyanî fêr bibe. Divê ji destpêka naskirina wê perwerdehiyê de ne ji dûrbûyîna çanda xwe û ji dûrbûyîna zimanê xwe; divê bi zimanê xwe pêjîrandin bi zimanê xwe mezinbûn pêk bîne.”   ‘Dibistana yekemîn malbat e’   Cevahîr berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser rol û misyona malbatan û got dibistana yekemîn malbat e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ziman mijara bihîstin e. Çima dibêjin zimanê dayikê? Roja ku zarok hêj di zikê diya xwe de zimanê dayikê dibihîse. Dengê derdora xwe dibihîse. Ji ber vê jî, rola malbatan bi qasî perwerdehiyê girîng e. Ango destpêkê de, gava ku zarok di mala xwe de, kurdî bibihîse, biaxive û hîn bibe, ji bo zarokê bingeha zimanê çêdibe. Lê dîsa jî mixabin di vê sedsalê de ne mimkûn e ku malbat têrî vê yekê bike. Heke malbat ne di nav hewildanek de be jixwe destpêk çênabe. Yên ku hewil didin, di nav mala xwe de kurdî diaxivin û ked didin ku ziman û çanda xwe biparêzin heya dema dibistanê ye. Dema dibistanê jî, ji bo zarokê şikestinek çêdibe. Wekî ew ziman tenê zimanê malê ye tê hesibandin. Bi vî awayî ziman nabe yên jiyanê. Li vir hewildanên saziyên sîvîl derdikeve pêş. Malbatên ku bi ked û hewildane xwe zimanêe xwe didin jiyîn helbet. Ev helwest jî divê bê xuya kirin. Lê hin tişt bi rastî jî bi biryarê dewletê çêdibin. Perwerdehiya fermî, tiştekî bi dewletî ye, ne di berpirsyariya malbatê de ye. Dibistana yekemîn malbat bi xwe ye. Lê dibistana dûyemîn perwerdehî bi xwe ye. Ji ver vê yekê divê ewilî malbat xwedî li zarokên xwe derkevin û bêjin ‘em dibistana yekem a zarokên xwe ne’ bi zanîn û dîtînên xwe divê em pêşî bi zarokên xwe re parve bikin. Çewtiyek herî mezin ew e ku ji bo parastina zarokên xwe, zarokan ji çanda xwe dûr dikin. Ev piranî derûniya serdestiya ku li ser me tesîr kiriye ye. Divê em xwe ji wê derûniyê rizgar bikin.”   ‘Divê zarok bi koka xwe re girêdayî be‘   Cevahîr bal kişand li ser mijara zimanê de derûniya zarokan jî û got: “Heke em zarokên xwe bê ziman, bê çand û bê nasname mezin bikin zarok di valahiyê de dimîne. Ew zarok mezin dibin û dibe ku deruniya wê/î xirab bibe. Ji bo vê jî divê zarok bi koka xwe ve girêdayî be. Hêza xwe ji koka xwe bigire. Gava me daristanek nerî du darên wekhev li kêleka hev de tên çandin. Heke darek bi tenê be pir zehmet e ku bijî. Yanî sedema wê jî ew e ku di bin axê de kokê wan bigihêje hev. Divê zarokên me jî kokên wan di bin axê de hev bigire. Wextê ku em wan ji kok û zimanê wan dûr bihêlin, tenê dimînin. Darek têne jî di her darbeyek de qels dimîne û difire û diçe. Ji ber vê jî divê em kokê wan bixin yek û divê em vîtamîna rihê wan, zimanê wan, çanda wan bidin kokê wan.”   ‘Zarok divê tehma zimanê herêmî bigire’   Cevahîr anî ziman ku pir zimanî dewlemendiya zarokan e û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Her wiha dîtinek pir şaş heye ku ew jî; heke zarok bi pir zimanî mezin bibe wê sernekeve. Lê beravajiya wê zarok çiqas ziman bizanibe ewqas zîrek dibin. Tenê divê di mijara zimanê dayikê de bi israrbûn hebe. Mesele ne fêrbûna pir zimanî ye. Mesela di zimanan de pêkanîna tevlîhev kirinê ye. Heke di zimanan de tevlihevî çêbe, di hişê zarokan de jî tevlîhevî çêdibe. Lazime ku zarok dapîr û bapîrên xwe re têkilî daynin. Ji bo ew tehma zimanên herêmî bigirin.”   ‘Pêwîst e ku her kurd ji bo mafê zimanê di nav hewldanek de be’   Cevahîr bilêv kir ku mafê zarok û mafê mirovan tarîfek navneteweyî ye û wiha pêdê çû: “Mafê perwerdehî daxwaza gel e.  Em jî dixwazin daxwaza gel derkeve holê. Lewra heta ku zimanê me bibe xwedî statû, pêwîst e ku her kurdek di nav hewildanê de be. Di mijara zimanê de divê cudabûna bawerî, fikra siyasî û îdeolojiyê neyê kirin. Herî zêde li ser siyasetê rexne tê kirin ku çima zimanê siyasetê ne kurdî ye. Siyaset jî êdî di aliyê zimanê de di nav hewildanek de ye. Bes ku em ji bo mafên xwe bibin yek û mafê xwe yê zimanê bidest bixin. Me niha wek Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî  kampanyayek îmze wê bidin destpêkirin. Em dixwazin her kesên ku dibêjin ez mafperêzim divê piştgiriyê bide wê kampanyayê ku hêza me bibe hêzek xurt. Em li ser vê babetê dê rêya hiqûqî ya ji bo zimanê vekin. Heke em mafê xwe ya perwerdehî wergirin û zimanê me bibe xwedî statü, bi vî awayî em ê bigihêjin armanca xwe.”