Jinên Amedê: Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî 2021-02-19 09:01:19     Sema Çaglak - Gulîstan Azak    AMED - Jinên Amedê bal kişandin li ser mafê perwerdehiya zimanê zikmakî û destnîşan kirin ku xwedî derketina zimanê berpirsyariya hemû kesan e. Her wiha destnîşan kirin ku divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.   21’ê Sibatê di sala 1999’an de ji aliyê rêxistina Neteweyên Yekbûyî; saziya perwerdehî, çand û Zanistê (UNESCO) ve wekî roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê hat îlankirin. Li tevahiya cîhanê ev roj tê pêşwazîkirin. Li Tirkiyeyê bi damezrandina komarê û vir de ji bilî zimanê Tirkî li ser gelek zimanê cihê/cûda bi awayekî plan polîtikayên înkar û bişaftinê hat meşandin. Ji ber vê zimanên din jî bi êrîş û polîtîkayên bişaftinê re rûbirû man û berbi windabûnê ve diçin. Jinên Amedê bal kişandin li ser mafê perwerdehiya zimanê zikmakî û destnîşan kirin ku xwedî derketina li zimanê kurdî berpirsyariya hemû kesan e.   ‘Zimanê dayikê ji bo her her kurdek wek nan û av e’   Ayfer Agaçtutan anî ziman ku divê tu cudatiya zimanan neyê kirin û pêwîst e ku hemû kes bi zimanê zikmakî perwerdeyê bibîne û wiha axivî: “Em li malê bi kurdî xeber didin. Zimanê dayikê ji bo her her kurdek wek nan û av e. Çawa ku li vî welatî de tirkî tê axaftin û ji wan re ew ziman lazim e. Ji bo me jî zimanê kurdî hewce ye. Ez dixwazim zarokên min bi kurdî perwerdeyê bibînin bila nekevin tora asîmîlasyonê. Wekî ku dibêjin her zimanek insanek e. Loma divê tu cudatiya zimanan neye kirin û hemû kes bi zimanê xwe xeber bide. Ne tenê kurdî hemû ziman girîng e. Gava ez bi zimanê xwe xeber nedim ez xwe kêm hîs dikim. Bingeha zimanê ji dayikê dest pê dike. Lewra lazim e ku her dayik zarokên xwe ji zimanê xwe bêpar nehêle û divê li ber wan hîn bike. Ji ber vê yekê berpirsyariya herî mezin li ser milê jinan e.”   ‘Divê ciwanan xwedî li zimanê kurdî derkevin’   Newroz Agaçtutan jî bal kişand li ser rola ciwanan û destnîşan kir ku divê hemû ciwan xwedî li zimanê dayikê derkeve û wiha got: “Mixabin gelek kurd tevî kurdbûna xwe bi zimanê xwe naaxivin. Em li ser vê axê jiyan dikin û divê em bi zimanê xwe biaxivin.  Gava mirov bi zimanê xwe biaxive xwe zêdetir baş îfade dike û ji xwebûna xwe parçeyek digire. Di vê aliyê de berpirsyariyek dikeve ser milê ciwanan. Ji ber ku nifşên nû da ku bi zimanê xwe xeber nedin dê zimanê me li ber tunebûnê de bimîne. Divê hemû kes eslê xwe bizanibe. Çawa ku bi zimanê tirkî perwerde tê dayîn. Divê bi zimanê kurdî jî bi awayekî fermî perwerde bê dayin.  Li gelek welatên din bi zimanên cuda cuda perwerde tê dayîn. Lê Tirkiyê de tenê zimanê tirkî esas tê girtin. Ew jî rê li ber gelek zehmetiyan vedike. Heke nebe jî bila kurd biçin kursên ku perwerdeya zimanê kurdî didin û xwe hînî zimanê kurdî bikin.”   ‘Dixwazim zarokên min bi kurdî perwerdeyê bibînin’   Adîle Kaya jî diyar kir ku ji ber sedema zarok tenê perwerdeya zimanê tirkî dibînin zimanê xwe ya zikmakî ji bîr dikin û wiha axivî: “Em kurd in û zimanê me kurdî ye. Ne hewce ye ku bila bêjin bi zimanê xwe biaxivin. Em mecbûr in ku bi zimanê xwe biaxivin. Em di malên xwe de jî zimanê xwe diaxivin. Zarokên me di malên xwe de bi kurdî diaxivin lê gava çûn dibistanan hînî tirkî dibin û hêdî hêdî zimanê xwe ji bîr dikin. Heke di dibistanan de zimanê kurdî serbest bibûya min dixwest zarokên min bi zimanê xwe perwerdeyê bidîtina.”   ‘Lazim e ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî’   Emîne Baydin jî destnîşan kir ku pêwîst e hemû kurd li her derê bi zimanê xwe biaxivin û zimanê xwe bidin jiyandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Gelek kurd zimanê xwe ya dayikê nizanin loma zimanê me li ber windabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê divê aliyê zimanê de kar û xebat bê kirin. Helbet ewilî jî divê di vê aliyê de perwerde bên pêş xistin. Em dibînin di gelek sazî û dezgehên dewletê de kesên ku tirkî nizanin rastî zehmetiyan tên. Em kurd miletek ne kêm in, li her dere hene. Loma divê zimanê kurdî jî wek fermî bê qebûl kirin. Em di malbatê de çiqas xeber bidin jî têrî nake. Divê li derve jî zimanê kurdî bê bikaranîn.”   ‘Mafê zimanê zikmakî mafê her mirovê ye’   Nerîman Demîrkol jî banga xwedî derketinê kir û destnîşan kir ku mafê zimanê zikmakî mafê her mirovê ye û wiha bi lêv kir: “Hemû kes ji zimanê xwe berpirsyar e. Zimanê min her tiştê min e û dixwazim di her qadên jiyanê de bikar bînim. Mixabin zimanê me qedexe dikin loma zarokên me û ciwanên me baş kurdî nizanin. Lê dîsa jî divê em biaxin, bixwînin û zimanê xwe bighêjîninn her derê.”