Dê komeleyên wejê û ziman bernameya 21'ê Sibatê li dar bixin 2021-02-18 15:09:58   AMED-Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bernameya Ziman-Jiyan û Maf li dar bixe. Tê payin ku gelek nivîskar û helbestkar beşdarî bernameyê bibin.    Bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ew ê îro saet di 21.00'an de bi rêya zoomê bernameya Ziman-Jiyan û Maf li dar bixe. Gelek nivîskar û helbestkar ew ê beşdarî bernameyê bibe. Dê Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna û Nivîskar Bahaddin Robar moderatortiya bernameyê bikin.    Di çarçoveya plansaziya bernameya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, MED-DER  û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dê sibehê jî saet di 13.00'ê de li Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê daxuyaniya çapemeniyê bidin û piştre qertan ji nivîskarên di zindanan de bişînin.