Projeya 'Zarok Ma' li benda piştgiriyê ye 2021-02-17 09:02:59     Sema Çaglak    AMED -  Akademiya Ma Muzîkê ku cûr bi cûr projeyan pêş dixe, niha jî bi projeyek nû ya bi navê "Zarok Ma" ji bo perwerdehiya zarokên 2 û 5 salî dest bi xebatan dike. Mamosteyên Ma Muzîkê banga piştiriya projeye kirin.   Akademiya Ma Muzîkê ku li Amedê piştî Konservatuara Aram Tîgranê ya bi dirûşma "Ji bo her kesî muzik, li her derê muzîk" di sala 2017’an de dest bi xebatên xwe kir, xwedî taybetmendiya ku perwerdeya muzîkê bi zimanê kurdî dide. Akademiya ku cûr bi cûr projeyan pêş dixe niha jî bi projeyek nû, ji bo perwerdeya zarokên 2 û 5 salî "Zarok Ma"yê vedike. Projeya ku bi piştgiriya Enstîtûya Goethe hatiye pêş xistin, li ser Fongogo benda alakiriyê ye. Têkîldarî mijarê mamosteyên Ma Mûzîkê Evîn Tîryakî û Evîndar Dûlek axivîn.   ‘Zarokên 2 û 5 salî dê perwerdehiyê bibînin’   Mamosteyê Akademiya Ma Muzîkê Evîn Tiryakî anî ziman ku ev proje bi piştgiriya Enstîtûya Goethe ya Elmanyayê hatiye pêş xistin û wiha axivî: “Ev şeş meh in em li ser vê projeyê difikirin. Bi vî awayî me serlêdana vê projeyê kir û serlêdana me hat qebûlkirin. Lê divê em hinek qala pandemiyê jî bikin ji ber ku pandemî gelek bandorê li ser xebatên me kirin. Perwerdehiya zarokan me li vir dida lê belê ji ber pandemiyê me dersên zarokan dabû sekinandin. Piştre me xwest dibistanek ji bo zarokan vekin. Zarokên 2 û 5 salî wê dibistanê de perwerdehiyê bibînin. Wekî ku tê zanîn ji bo zarokan xebatên bi vî awayî ewqas tune ye. Hertim zarok û yên kesên mezin tevlihev in. Lê me xwest tenê ji bo zarokan be ku zarok bikaribin bêjin ev cihê me ye. Jixwe armanca me diyar e ku em zarokên vê welatê bê mûzîk nehêlin. Hem xebatên xwe yên muzîkê berfireh bikin hem jî ji bo zarokan jî xebatên nû pêş bixin.”   ‘Em dixwazin zarok dibistanê wek mala xwe bibînin'    Mamosteya Akademiya Ma Mûzîkê Evîndar Dûlek jî diyar kir dema ku proje hat destpêkirin wan beriya wê de taslaka projeyê amade kirin e ku bê zanîn civak piştgiriya projeyek çawa didin. Evîndar axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Şagirtên akademiyê her ku diçû zêdetir dibûn loma êdî cihê me têra me nekiribû. Me jî vê projeye xist pêş. Hem ji bo ku şagirt bê qerebalixî bi rehetî bixebitin hem jî di çarçoveya tevdîrên pandemiyê de ev proje girîng bû. Em dixwazin gava ku zarok hatin vê dibistana wek mala xwe ya duyemîn hîs bikin.”   ‘Proje eleqeyek mezin dibîne’   Evîndar da zanîn ku wextê projeye mehekê wê bidome û got: “Çiqas piştgirî bê dayîn ewqas ji bo me baştir dibe. Em bi piştgiriyê kêfxweş dibin ji ber ku hem ji bo me hem jî ji bo civakê projeyek bi qîmet e. Dema ku me projeye ji bo piştgiriyê xist pêş hêviyê min ewqas zêde tune bû lê gava em dinihêrin bi rastî jî proje eleqayek mezin dibîne. Min got wê qey ev piştgirî herî zêde çend rojan bidome lê wisa nebû. Civakê projeyê meraq dikin. Ev jî hêz dide me. Ango civak wekî benda projeyek wisa bûye. Gava me fikra projeyê bi zarok û malbatan re parve kir, zarok gelek kêfxwş bibûn. Bi alikariya malbatên xwe me digerin û dibêjin 'ew dibistan wê kengê vebe' ev tişt ji bo me gelek girîng e."   Kesên ku bixwazin alîkariyê bikin dikarin bi ser vê lînkê alîkariyê bikin.