Salvegera yekemîn a damezrandina Komeleya Wêjekarên Kurd hate pîrozkirin 2021-02-14 13:47:14     AMED - Di salvegera yekemîn damezrandina komeleya Wêjekarên Kurd de, gelek dildarên ziman û wêjeya kurdî bi rêya vidyoyan damezrandina komeleya xwe pîroz kirin.   Li Amedê berî bi salekê bi armanca piştgiriya nivîskaran û pêşxistina wêje û zimanê kurdî Komeleya Wêjekarên Kurd hatibû avakirin. Komeleya Wêjekarên Kurd ku di roja 14’ê Sibatê Roja Çîrokan a Cîhanê de hate damezrandin, ji bo xizmeta ziman û wêjeya kurdî kar û xebatên xwe didomîne. Gelek dildarên ziman û wêjeya kurdî bi rêya videoyê damezrandina Komeleya Wêjekarên Kurd pîroz kirin.